Navenda Çand û Huner a bajarê Serêkaniyê ya Waşûkanî bi armanca pêşwazî kirina sala xwendinê ya nû, şahiyeke li gundê Eyn Hisan bi beşdarbûna bi sedan zarokên gund şahiyeke lidar xistin.
Di şahiyê de çalakiyên hunerî hate lidarxistin, Koma Şanoyê ya Şehîd Yekda şanoya xwe ya bi navê ” Belek û Reş Felek” pêşkêş kir, koma Zarokan a Şehîd Şînda hin stranên xwe xwendin û her wiha xelekên dîlanan ji aliyê endamên Koma Dîlana a Şehîd Mizgîn ve hatin pêşkêşkirin. Di şahiyê de zarokan jî li gel stranan govend gerandin.
ANHA/SERÊKANIYÊ