Operasyonên hêzên QSD’ê yên ku li başûrê bajarok Eyn Îsa li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatine destpêkirin, didomin û gelek dever ji çeteyan hatine paqijkirin. Yek ji pêkhateyên QSD’ê  Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Fîdan Tolhildan destnîşan kir ku wan êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 30’ê Kanûna 2015’an li dijî bajarok Eyn Îsa têk birine û got: “Çeteyan wendahiyên mezin dan. Me di operesyona herêma Eyn Îsa de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin û başûr rojavayê bajarok bi qasî mesafeyeke 8 kîlometroyan ji çeteyan rizgar kir. Li van herêman gelek gund û bi dehan girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.”


Gelek tunel hatin dîtin

Fîdan Tolhildan da zanîn ku wan di dema operesyona başûr rojavayê Eyn Îsa de gelek tunelên çeteyan ji bo parastina ji balefirên koalisyona navnetewî kolayî jî dîtine.

Fermandara YPJ’ê Fîdan Tolhildan anî ziman ku operesyona wan li herêma Eyn Îsa bi armanca tolhildana hevalên xwe yên ku di êrîşên çeteyan ên bi ser herêmê de jiyana xwe ji dest dan, hatiye destpêkirin û got ew ê operesyona xwe heta ku tevahiya gund û deverên herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê bêne rizgarkirin, bidomînin. 


ANHA/KOBANÊ





Hêzên YAT çeteyek girtin


Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li derdora Hesekê çeteyek tevî madeyên teqemeniyê girtin. Li gorî daneyên ji malpera fermî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê hatine wergirtin, di 3’yê Çileyê de YAT´ê li derdora Hesekê li hemberî çeteyan operasyonek li dar xist û di encama vê operasyonê de li taxa Neşwa a Hesekê çeteyek tevî motosîklêtekî tijî made û alavên teqemeniyê û 2 mayînên mexnatîsî hatin girtin. 


NAVENDA NÛÇEYAN