Pêr serê sibehê li bajarê Ezazê di navber komên çeteyên Cebhe El-Şamiyê û Ehrar El-Şam de şerê dijwar qewimî. Ehrar El-Şam xwest ku di vê şerî de hin fermandarên Cebhe El-Şamiye înfaz bike.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji ber ku koma Cebhe El-Şamiyê nexwest tevlî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bibe û li hemberî hêzên şoreger şer bike, komên Ehrar El-Şam, Cebhet Fetih El-Şam, Feylaq El-Şam, Nûredîn El-Zinkî, Ehrar El-Şerqiye û Ceyş El-Şîmal ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî baregehên Cebhe El-Şamiyê ya ku ji Emerîkayê piştgiriyê digire, kirin.

Di şerê heta êvarê de çeteyên Ehrar El-Şam ji sedî 75 ê bajar xistin bin kontrola xwe. Her wiha di encama şer de 40 çete ji herdu aliyan hatin kuştin û bi dehan çeteyên din jî birîndar bûn.

Bi şer re hemwext, Tirkiyeyê deriyê sînor ê Bab El-Selamê girt.

Di encama şerê navbera herdu aliyan de zarokek hat kuştin û sivîlekî din jî birîndar bû. Li ser hedefgirtina sivîlan şêniyên herêmê daketin kolanan û bi xwepêşandanan xwestin çete ji bajarê wan derkevin. Rûspiyên herêmê jî xwestin ku çete ji bajarên wan derkevin. Di encama şerê heta bi şevê de koma Cebhe El-Şamiyê bajarê Ezazê bi temamî vegerand bin serweriya xwe. Ji pêr bi şev ve li bajarê Ezazê bêdengiyeke metirsîdar serwer e. 


ANHA / EFRÎN