Panel li eywana konferansê ya Şaredariyê hat lidarxistin. Edîtorê Kowara W Omer Fîdan, Nûnerê SES'a Farqînê Aslan Yîgît, Rêveberê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Çakmak, Lêkolîner û Nivîskar Ayhan Meretowar, rêveberên BDP'ê, endamên meclisa Şaredariyê, Nûnerê Egitim Sen'ê Mehmet Adiyahşi, Serokê Belediyespora Farqînê Ozcan Toprak û gelek kes beşdarî panelê bûn. Di panelê de Mehmet Çakmak û Ayhan Meretowar, derbarê çîrokên Kurdan de agahî dan. Edîtorê Kowara W Omer Fidan diyar kir ku panela 3'yemîn e kul i Farqîn tê lidarxistin e û wiha got: "Armanca panelê ew e ku têkiliya welatiyan a bi wêjeya Kurd bê xurtkirin, sazî bên xurt kirin û têkiliyên gel û saziyan bên xurtkirin e."
Piştî panelê Dengbêj Sofi Şerif klaman vegot û jin jî çîrokên berê bi welatiyan parve kirin. Li panelê standa kovar û pirtûkên Kurdî hatin vekirin.
AMED