Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran a Colemêrgê bi şîara "Em bi hunerê re ber bi heqîqetê ve dimeşin' dest bi dayîna qursên nû kir. Navenda çandê ku ji 2010'an vi ve li bajar xebatên çandê dimeşîne, di serdema 6'emîn a qursan de di 6 beşan de qursan didin. Li navenda çandê her sal bi sedan şagirt tên perwerdekirin û perwerdehî bê pere tê dayîn. Qursên qursên teatro, govend, erbane, tembûr, gîtar û bilûrê tên dayîn û ev qurs 6-7 mehan didome.

‘Em ê çand û hunerê derxin pêş

Hîndekarê navenda çandê Şemsettîn Çîftçî der barê xebatên xwe de agahî da û diyar kir ku aramanca wan bi rastiya hunerê ciwanan ji nava vê pergal pûç û dejenere derxin. Çîftçî da zanîn ku şagirtên di qursan de jê hatîbin wan dişînin Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ya Wanê. Çîftçî diyarkir ku ew ciwanan ji bo xizmeta nirxên xwe bikin perwerde dikin. Çîftçî anî ziman ku ji ber rewşa şer wan ji neçarî demekê navber dan xebatên xwe û wiha axivî: "Em ê çand û hunerê derxin pêş û bi vî awayî ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê bi hunera xwe aştiyê ji gelan re bînin."

Çanda dengbêjiyê
Çîftçî bilêv kir ku çanda dengbêjiyê di nava çanda Kurdan de cihekî girîng digire û wiha pê de çû: "Dengbêjî demekê ber bi tunebûnê ve diçû. Ji bo ev çand winda nebe û pêş bikeve xebatên me bênavber didomin. Di nava ciwanên me de eşqa dengbêjiyê tune ye. Ji bo dengbêjî winda nebe û derbasî nifşên din bikin, emê her şev şevbuherêkan li darxin. Ciwanên ku dengê wan li gorî dengbêjiyê ye, em wan tînin cem hev."

'Xwedî li nirxên xwe derkevin'
Çîftçî ji bo ciwan di nava hunerê de cih bigirin dixebitin û wiha domand: "Ji bo ciwanên ji rastiya gelê xwe dûr re û di nava jiyaneke pûç û dejenere dijîn xwedî li çand û hunera xwe derkevim em xebatê dimeşînin. Heta ku ji destê me tê em hewl didin xwe bigihînin hemû ciwanan û wan têxin nava xebatên çnad û hunerê. Bang li hemû mirovên me yên dixwazin çanda xwe pêş bixe dikin ku xwedî li nirxên xwe derkevin."

ŞERMÎN SOYDAN

DÎHA/COLEMÊRG