
Dema ku qederê hezar û 500 çeteyên DAIŞ´ê 4´ê Hezîrana 2014´an êrîş bir ser bajarê Mûsilê, qederê 30 hezar esker û bi ser de jî 30 hezar polîsên federal ên Iraqê ji ber wan reviyan û bajar bi temamî di nava 6 rojan de kete destê çeteyên DAIŞ´ê de. Artêşa Iraqê ji DAIŞ´ê re artêşek hişt, tevî bajêr bi sedan maşînên zirîhpoş, tankên Emerîkî, top û fuze ketin destê çeteyên DAIŞ´ê.
Nîvê meha hezîrana 2014´an jî Çeteyan di demeke kurt de bajarê Til-Eferê dagir kir û bi sed hezaran penaberên Turkmen ên Şîî berê xwe dan Şengalê. Hingê Şengalê û Şengaliyan hembêza xwe li wan vekir, lê tirsa êrîşa DAIŞ´ê li dijî Şengalê jî bi wan re gihişt Şengal û hawîrdora wê. Hingê serokê TEVDA´yê Seîd Hesen Seîd li Şengalê, ji rojnameya me re 18 Hezîranê dipeyivî û digot, erê me Tirkmen hewan din, lê em li çeperên pêşemergeyan jî geriyan, DAIŞ êrîş bike, wê nikaribin xwe saetekê jî bigirin. Ev hişyariyek bû, wî her wiha behsa haziriyên çûna çiyê jî dikir da ku xelkê ji qirrkirineke muhtemel biparêzin.
PDK reviya û xelk jî terikand mirinê
Ango hîna di nîvê meha Hezîranê de tirsa ji êrîşa DAIŞ´ê li Şengalê hebû, heta xelkê didît ku pêşmerge wê nikaribe xwe li ber DAIŞ´ê bigire. Çeteyên DAIŞ´ê destpêka 3´yê Tebaxê êrîşî gundên li başûrê Şengalê kir, Girzerik, Sibaşêxidir, Tilbenat, Tilkasab, Koço armanca pêşî bûn û hîna di destpêkê de pêşmergeyê ser bi PDK´ê ve li ber xwe neda, ti plana rizgarkirina xelkê Êzîdî ê Şengalê nekir. Çeteyn DAIŞ´ê bi şev saet 2´yan bi topan êrîşa xwe kir, piştî ku pêşmergeyên PDK´ê hingê çeperên xwe û bi temamî Şengal berdan, çete ketin nava gundan. Çend kesên ku bi sîlehên sivik ên di destê xwe de li ber xwe dan, piştî ku cebilxaneya wan nema, ew jî vekişiyan, lê ji ber ku ti hazirî û planeke zirgarkirina xelkê sivîl nehatibû kirin û bi ser de ji ber ku pêşmergeyên PDK´ê reverev û bêyî li sivîlan bifikirin reviyan, gelek Êzîdî ketin destê DAIŞ´ê û bi sedhezaran Êzîdî ji neçarî koçber bûn, berê xwe dan çiyayê Şengalê.
12 hewarî, 12 rêhevalên Derwêş
Pêre pêre, serokê hingê yê TEVDA´yê Seîd Hesen Seîd bang li HPG û YPG´ê kir ku Êzîdiyan li dijî hovîtiya çeteyan biparêzin. Wî bi bîr dixist wan berê jî dozeke wisa kiriye û PDK´ê pêşî li vê yekê girtiye. Piştre wê eşkere bibûya ku komeke gerîlayên HPG´êl ji bo biêrxistinkirina xweparastinê û heger pêwîst bike planeke rizgarkirina sivîlan, berê xwe dane herêmê. Rojnamevan Seyît Evran wê paşê wekî 12 hewariyîn Şengalê behsa van gerîlayan bikira. Ev 12 gerîla 28 Hezîranê dema beriya derbasî Şengalê bibin, civîn ji bo wan tê li dar xistin, fermandarê giştî yê HPG´ê Murat Karayilan ji wan re dibêje, “Hûn ê weke 12’ên Derwêşê Evdî bin. Hûn ê weke birayê wî Sadûn, kurapê wî û hevalên wan ên din bin. meydana ku hûn ê biçinê û wateya destana me ya berê ya li wir ev e.”
Bi her halî, PDK bi derbasbûna vê komê hisiya û 3 ji wan, Xebat Dêrik, Harûn Jîrkî û ji Komalên Ciwan Zerdeşt, tevî milîsekî Şengalî Bahrihe Qaso, li Xanasorê ji hêla PDK’ê ve hatin girtin. Ev bûyer beriya fermanê bi 20 rojan diqewime.
Beriya bên girtin van gerîlaya û gerîlayên din jî komên ciwanên Êzîdî heta hingî perwerde kirin û ew bi sîlehên sivik, bi RPG 7 û BKC´yan çekdar kirin. Ev ciwan li çar koman hatin dabeşkirin.
Hûn cihên xwe bernadin ne?
Li Sinûnê jî ev kom bi cih dibin, nexasim jî li ser rêya diçû Şengalê. Hingê gerîla ji komên pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê dipirsin, ka ew ê cihê xwe berdin yan na? Tevî ku bersiva na jî didin, di êrîşa destpêkê ya DAIŞ´ê de cihê xwe berdidin û direvin. Hêzên gerîla, ciwanên perwerdebûyî û hêzên YPG´ê yên bi hewarê ve hatî şerê çeteyan kir û heta cebilxaneya wan xilas bû jî li ber xwe dan.
Gerîlayan nedixwest DAIŞ bigihîje çiyê, ji ber ku xelkê Şengalê, Êzîdxanê xwe li çiyê girtibû û ji bo vê jî tevî ciwanên perwerde kirî bi tevahiya hêza û heta ji hêza xwe û wê de li dijî çeteyan li ber xwe da. Gerîlayan û hêzên YPG/YPJ´ê ji aliyê Cezaayê korîdor vekirin Şingalê da ku karibin xelkê li çiyê asê mayî rizgar bikin. Di vekirî hiştina vê korîdorê, êrîşên bi ser de û berxwedana li dijî çeteyan de ji hêzên gerîla, YPG/YPJ û ciwanên Êzîdxanê qederê 250-300 kesî şehîd dibin.
Fermana Êzîdiyan jenosîdek e
Li gundên negihan xwe bigihînin çiyayan bi hezaran kes dîl hatin girtin nexasim jin û zarok. Ji van bi hezaran mêr hatin kuştin; li yên mayî jî bi darê zorê Misilmatî hat ferzkirin. Armanca eşkere ya DAIŞ´ê tinekirina vê koma dînî ya Êzîdiyan bû. Aliyê herî dijwar ê vê fermanê ji bo xelkê Êzîdxanê ew bû ku li çiyayê hişk, bi dehan zarok, kal û pîr ji tîhna û ji germê mirin û dîmenên wan jî di bîra komî ya civakî de êdî bi qasî ku nikaribe jê bête birin, hat niqirandin. Serjimara herêmê ya ku beriya fermanê qederê 400 hezarî bû ji bilî çend hezarek Êzîdiyên tevî her tiştî nexwestin axa xwe bi cih bihêlin, ji Êzîdiyan xalî bû. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi dehhezaran heta sedhezaran penaberên Êzîdî belav bûn ku ji ber siyaseta PDK´ê ya guhertina demografiya Şengalê, hîna jî nekarîne vegerin ser mal û milkê xwe.
Berpirsiyarê hikûmeta Başûrê Kurdistanê yê karûbarên qaşo derbarê Êzîdiyan de Dr. Nûrî Osman Abdurrahman hingê ji Rûdawê re digot, armanca DAIŞ´ê ne jênosîd bû: “Şingal armanceke stratejîk bû: ti girêdana vê yekê bi Êzîdiyan re tineye. DAIŞ´ê dixwest guhertineke demografîk bike ji ber ku ev herêmeke Kurdî ye. […] Ev kampanyeke erebîkirinê ye.” Endamê PDK´ê Mahma Xelîl ê ku bi ayîna xwe Êzîdî ku partiya wî bê biriyara Şingaliyan wek qeymaqamê Şingalê diyar kirî jî got, “Êzîdî ji ber Kurdbûna xwe bi komî hatin şehîdkirin.” Ango PDK di nava hewldanekê de bû ku qirkirina Êzîdiyan weke qirrkirinê nede nîşan yan jî weke qirrkirina Êzîdiyan nede nîşan.
Jenosîd li gorî NY ne li gorî PDK´ê
Li gorî peymana sala 1948´an a Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna giştî de erê kir ango Peymana Rêlibergirtin û Cezakirina Jênosîde, madeya 2., jênosîd
“tê wateya yek ji van kiryaran, ku bi armanca tinekirina komeke neteweyî, êtnîkî, nijadî an dînî bi temamî an beşek jê, tên kirin: 1. Kuştina endamên vê komê; 2. li ser vê komê anîna ziyanên giran ên canî an ruhî; 3. bi armanc, li ser vê komê ferz kirina şertên jiyanê bi hesabê tinekirina wê ya fîzîkî bi temamî yan jî beşekê jê; 4. çalakiyên bi armanca sekinandina zarokanînên di nava vê komê de; 5. bi zorê zarokên vê komê bidin komeke din.” Di fermana Şengalê de kuştina Êzîdiyan, ziyanên mezin ên canî û ruhî jî li civaka Êzîdî tên kirin, li ser komî şertên jiyanê hatin ferzkirin ku tinekirina wê dikare di encamê de derkeve holê, zarokên komê jî hatin desteserkirin. Ango ji 5 kirinên li jorê
4 jê li qirkirina Êzîdiya jî tên û bi vî awayê xwe ev qirrkirinek e. Sedema ku PDK li dijî vê radibe ne bi hestên neteweyî rabûna wê ye, lê girtina ser sûcê xwe ye. Bi her halî ji mêj ve vê qirrkirinê di bîra civakî a Êzîdî de weke fermanê cihê xwe girt û ev ê neguhere jî. Ji bo pêçana vê birrînê dermanê herî serketî jî, bi destê Êzîdiyan û Şengaliyan bi xwe ye, ew xwe bi meclîsa xwe, bi artêşên xwe yên jin û mêran bi rêxistin dikin û parastina xwe misoger dikin.
Fermana heftê û sisiyan *
…
Bi şûrê ol û enfalê,
Serê gul, rihanan birîn;
Defn û kefen me bû hesret!
Bi navê ol û enfalê,
Keç û bûkên me revandin;
Hewar, gazî me bû hesret!
Mija mirinê hev rabû,
Girte ser rûyê Şengalê;
Derfeta şînê bû hesret!
* Ji hebesta Mûsa Qulîkî Mîlan hatiye girtin a ku Kanûna 2014´an hatiye nivîsîn.