Welatiyan kesên birîndar bi derfetên xwe tedawî dikin. Li taxên Tekel, Mecsît û Konakê yên navçeya Farqînê ya Amedê yên ku 4 rojin qedexeya derketina kolanan lê didome heya niha 4 welatî hatin qetilkirin û berxwedana welatiyan a li taxan jî berdewam dike. Li taxên ceyran lê tuneyî welatî hewcehiyên xwe yên nan, av û zexîre bi derfetên xwe pêk tînin û şevê jî bi mind û fanosên bi şarjî odeyên xwe ronî dikin.
Welatiyên di nav rojê de di berxwendê de ne, şevê jî ji kolanan dernakevin û ji bo zarok, jin û kesên pîr ji êrîşan biparêzin, li odeyên malan ên ewle bi cih dikin. Welatî li hemberî dengê teqîn û çekan bi dengê erbaneyan berisvê didin û ji bo zarok ji dengê çekan û bombeyan bi bandor nebin, kedekî mezin didin.
Nanê xwe bi hev re parve dikin
Welatî li hemberî êrîşên dewleta Tirk di nava berxwedanek mezin de ne û wiha bang li rayederan dikin: „Em li vir li malên xwe bimirin jî em dernakevin. Ne em bila ew vir biterikînin.“ Midûriyeta Polîsan a Farqînê destûrê nade nan bibin ji taxên di bin êrîşê de û welatî jî nanê xwe yê heyî bi hev re parve dikin.
Birînên xwe bi xwe dikewînin
Di encama êrîşa polîs û tîmên taybetan de gelek mal rastî guleyan hatin. Dayîka bi navê Mukaddes Arbagi ya ku li taxa Tekelê ji ber perçeyê bombeya ji dîwarê mala wê ketî ji serê xwe birîndar bû. Arbag bi alîkariya welatî û hevserê xwe birin malekî ewle. Ji ber ku li vir ceyran tunebû welatiyan di bin ronahiya lempeyan de mudaxeleya yekemîn kirin. Arbag pişt re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û pişt re jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê hat kirin. Berxwedana gel a li taxên qedexe lê heyî berdewam dike.
DIHA/AMED