Tevgera Kedê ya Brîtanyayê her sal weke rêûresmekê, festîvala şehîdan a Tolpuddleyê pêk tîne. Di festîvala îsal de Rêber Apo mijara sereke bû. Kampanya Ji Ocalan re Azadî ji çalakiyên festîvalê re malovanî kir. Di festîvala înê destpê kir û yekşemê bi meş û mîtîngê bi dawî bû, fikrên Rêber Apo hatin guftûgokirin.

Festîval li herêma Dorset a Ingilistanê pêk hat. Tevî lîderê muxalefeta sereke ya Ingilistanê Jeremy Corbyn bi hezaran kes beşdar bûn. Di nava sê rojan de gelek çalakî hatin lidarxistin û ji her alî Ingilistanê kes beşdar bûn. Di festîvalê de li ser fikrên Ocalan panel hat lidarxistin. Di panela li ser fikrên Rêber Apo de dîrektorê Kampanya Ji Ocalan re Azadî Matt Nathan, şaredarê Lambethê Ibrahîm Doguş û aktivîsta Kurd Elîf Sarican beşdar bûn. Serokê Kampanya Ji Ocalan re Azadî Simon Dubbins di panelê de got, tevgera Kurd ji bo wan jî hêvî ye, û ji bo nirxên ew ji wan bawer dikin têdikoşe.

Di roja dawî ya festîvalê de Ibrahim Doguş li ser navê Kampanya Ji Ocalan re Azadî axaftinek li ser dikê kir.  

TOLPUDDLE