Kurd jî beşdarî Festîvala Dengê Gel bûn, ku li paytexta Awusturyayê Viyanayê ev nîv sedsala e her sal tê kirin.

Festîval bi pêşengiya Volksstimmenfest (Dengê Gel) a ser bi Partiya Komunîst a Awusturya ve ye, ji 1946’an ve tê kirin. Kurdên ku tevlî festîvalê îsal bûn, polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk û darbeya bi qeyûman a li şaredariyên Kurdistanê, anîn rojevê.

Li festîvalê bi deh hezaran kes hazir bûn.

Bi vexwendina sendîkaya karkeran KOMÎNTERN’ê û organîzayona Platforma Demokrasiyê Wekîlê berê yên HDP’ê Lezgîn Botan û wekîla berê ya Partiya Keskan a Awusturyayê Bêrîvan Aslan jî bi mêvandarî hatibûn ezimandin.

Di panêlê de darbeya 19’ê Tebaxê ya li dijî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê weke rojeveke sereke hate nirxandin.

Di roja duyan a festîvalê de doh Platforma Jinan a Demokratîk ji bo Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û ji bo hemû girtiyên siyasî meşek kir.  

 

 VIYANA