Fatoş Goksûngûr: Em Newrozê diyarî berxwedêrên çalakiya fedayî dikin. Em di nava pîrozbahiyeke Newrozê de ne ku çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî mirovahiyê hatin tinekirin. Roja 31’ê Adarê jî gelê me wê bigihîje îradeya xwe.
Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê pîrozbahiya navendî ya Newroza Elmanyayê bi rê ve çû. Di meş û şajhiya Newrozê de bi dehhezaran mirovî bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de bal hate kişandinî ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê. Di peyama KJK´ê ya Newrozê de jî hat gotin, “Em bawer dikin ku gelê me yê li Ewrûpayê wê tenê ne di roja Newrozê de wê hemû rojan bike rojên Newrozê. Ji ber ku Newroz berxwedan e, vejîn e, azadiye. Em ê teqez tecrîdê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn.“
Sibeha 23´yê Adarê, roja şemiyê ji seranserê Elmanyayê Kurdan û dostên wan berê xwe da Frankfurtê. Gelek trênên herêmî yên li hesenê jî wê rojê Kurd birin Frankfurtê. Metro û trênên nav Frankfurtê (S-Bahn) danê sibehî hema hema tenê bi Kurdan û dostên wan mişt bûn bi serî ve. Di Newrozê de Ugur Şakar û şehîdên berxwedanê jî hatin bibîranîn.
Meşa Newrozê ji du milan ve, ji Alte Oper û ji Bockenheimerwarte ber bi meydana pîrozbahiyê ve qederê 7 kîlometre rê li dûv xwe hişt. Meş jî pîrozbahî jî di hewayeke xweş a biharê de pêk hat. Piştî ku bi deh hezaran kes ji du milan ve gihiştin meydanê, pîrozbahiyê bi sirûda Ey Reqîp dest pê kir. Di pîrozbahiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin, nûnerên Komîteya Amadekar Kawa Nazli Emekdar, Emîn Denîz, nûnerê Die Linke û Hevserka KCKD-E Fatoş Goksûngûr axivîn. Di axaftinan de bal hate kişandin li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana grevên birçîbûnê û bêdengiya welatên Ewrûpayê. Hevseroka KCDK-E´yê Fatoş Goksûngûr Newroz li gel pîroz kir û got, “Em Newrozê diyarî berxwedêrên çalakiya fedayî dikin.”
Kurd wê xwedî li saziyên xwe derkevin
Goksûngûr got, “Min silavên Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ji we re anîn. Em jî di serî de Leyla Guven û hemû hevalên di greva birçîbûnê de ne silav dikin. Newroza wan pîroz dikin. Em di nava pîrozbahiyeke Newrozê de ne ku çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî mirovahiyê hatin tinekirin.
Roja 31’ê Adarê jî gelê me wê bigihîje îradeya xwe. Wê bersiva pêwîst ji desthilatdariya AKP-MHP’ê re bide. Em bang li hikûmeta Elman dikin hûn politîkayên AKP-MHP’ê pêk tînin. Dawî li zextên xwe yên li ser gelê Kurd bînin ji ber ku Kurdên li Ewrûpayê wê xwedî li saziyên xwe derbikeve.”
Di pîrozbahiyê de peyama KJK û Meclîsa Ciwanan hate xwendin.
Em ê teqez tecrîdê bişikînin
Konseya Rêveber a KJK’ê peyamek şand ji pîrozbahiya Newrozê re. Çend xisûsên sereke yên peyama KJK’ê wiha ne: “Hevala Leyla a ku pêvajo xwend û xetera ku li ser tevgera azadiyê û Rêber Apo dît bêyî ku dereng bimîne, dest bi çalakiya xwe kir û got, ´Ji bo me şermeke mezin e ku heta niha Rêberê me di nava çar dîwaran de ye û dibêje, ez ji bo Rêber Apo xwe rexne dikim.´ Û piştî çalakiya pêşengiya Leyla Guven pêlê berxwedanê her çû mezin bû. Îro bi hezaran gelê me ji bo şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê li ser piyan e, û her wiha di asta navneteweyî de bi awayekî xûrt belav dibe. Ji bona wê Newroza 2019’an de tê xwestin ku topyekûn berxwedan bê birêvebirin, heger em wisa bikin, em ê tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin.
Ji ber ku şikandina tecrîda ya li dijî Rêber Apo tê wateya şikandina tecrîda li ser jinê jî û divê wateya de wê civak jî ji zilma faşîzma tifaqa AKP û MHP´ê xelas bibe. Ji bo ku em sala 2019´an bikin sala azadkirina Rêber Apo û parastina desketiyên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine qezenc kirin û di heman demê hilbijartinên cihî li Bakurê Kurdistanê, pêwîst e ku em hemû li derdora çalakiya hevala Leyla kom bibin û hîna zêdetir li her dera Kurdistanê vê berxwedanê xurttir bikin.
Careke din em cejna Newrozê li wê piroz dikin û em bawer dikin ku gelê me yê li Ewrûpayê wê tenê ne di roja Newrozê de wê hemû rojan bike rojên Newrozê. Ji ber ku Newroz berxwedan e, vejîn e, azadiye. Em ê teqez tecrîdê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn.”
Piştre Dilovan, Nûarîn, Grup Abdal û koma govendê derketin ser dikê û pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.
FRANKFURT