Tevna Akademîsyenên Kurd (Kurd-Akad) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanî (YXK) li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê panelek bi sernavê “Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî rewşa siyasî û insanî” pêk anîn. Panel li Zanîngeha Goethe pêk hat û bi qasî 50 kesî beşdar bûn. Di panelê de hat diyarkirin ku divê di dema bê de jî piştevaniya bi şoreşa Rojava re dewam bike.
Ji panelîstan nivîskarê pirtûka “Şoreşa Rojava” û aktivîstê ekolojiyê Ercan Ayboga li ser şoreşa Rojava û sîstema rêveberiya xweser axivî; qala dagirkeriyê kir û got, divê ji bo me berxwedana gelan esas be.
Axaftina duyemîn jî Fîzyoterapîst û aktivîstê Însiyatîfa Rojava ya Mainzê Torsten Lengfeld jî qala çavdêriyên xwe yên li Rojava kir û got, tevî êrişên hovane hemûyan jî xelkê Rojava neterikand. Resmên li herêmê hatibûn girtin jî hatin nîşandan.
Di panelê de hat guftûgokirin ka çawa dikarin têkoşînê mezin bikin û gotin; divê ji bo bazirganiya çekan bi tirkiyê re were rawestandin, malên tirkî û turîzm were boykotkirin xebat were xurtkirin.
Rêveberî muxbîriya konsolos dike
Mijareke bibe skandal jî ket rojeva panelê. Têkiliya di navbera rêveberiya zanîngeha Goethe û sefareta Tirkiyê de bû mijara nîqaşê. Sefareta Tirk a li Frankfurtê xwestiye navê hinek xwendekarên beşdarî xebatên YXKê bûne hîn bibe.
FRANKFURT