Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, bêhtirî hezar Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina komkujî û hewldanan qirkirina kurdên êzdî li Şengalê roja şemiyê meşiyan. Meşê li pêşiya gara navendî ya bajêr destpê kir û heta meydana navendî ya bajêr Hauptwache dewam kir. Welatiyan dovîzên bal dikişandin ser komkujiya li Şengalê hilgirtin û terora DAÎŞ´ê jî bi pankart  û sloganên xwe şermezar dikirin. Rêxistinên Ciwanan û xwendekaran jî destek da xwepêşandanê. Gelek komên elman ên cihê jî ji bo piştgiriyê cihê xwe di xwepêşandanê de girtin. Di dawiya meşê de li meydana Hauptwache mîtîngek hat lidarxistin û li vir jî bi peyaman hem hat gotin ku êzdî ne tenê ne û hem jî terora DAÎŞ´ê hat şermezarkirin. Bi awayekî balkêş jî çapemeniya elman û ajansên weke Reutersê jî çalakî şopandin.  


NAVENDA NÛÇEYAN