AGÎT ERKENDİ FRANKFURT Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Frankfurtê, ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê yên Tirkiyeyê yên serokkomarî û parlamenteriyê, li Frankfurtê bi navê “Platforma Hilbijartinan a Demokrasî û Aştiyê” komîsyonek damezrand. Hevserokê HDK Frankfurtê, Aziz Tunç got, xala hevpar a pêkhateyên platformê, ew e ku dîktatoriya Erdogan hilweşînin û gelên bindest jî di bin heman sîwanê de bînin cem hev. Li ser navê Desteya Rêveber a HDK-Elmanyayê Mehmet Emîn Yildiz jî got, “Erka me û berpirsiyariya me ew e ku em saziyên xwe û gelê xwe ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê baş bi rêxistin bikin.” Sê biryarên sereke yên platformê dayî jî ev in: Di qonaxa yekem de kontrolkirina qeydiyên hilbijêran û qeydkirina yên ne qeydkirî. Qonaxa duyem birina ser sindoqan a hilbijêran Qonaxa sêyem jî diyakirina mişahidan û perwerdekirina wan.