
Li Draguignan a Fransayê û li Leverkusen a Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin.
Li bajarê Draguignan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin. Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Azad hate lidarxistin, di çalakiyê de li ser pira otobanê pankarta bi daxwaza azadiya Ocalan û Kurdistanê hate daliqandin û hat gotin, "heta ku Rêber Apo azad bibe em ê li meydanan bin."
Li bajarê Leverkusenê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nûcan, ji bo azadiya Ocalan meş hate kirin. Meşê ji ber Navenda Giştî ya FEDA’yê dest pê kir û gelek jin di meşê de amade bûn.
Dovîzên ku li ser wan ‘Ji Ocalan re azadî’ hatibûn nivîsîn, hatin hilgirtin.
Di meşê de stranên ji bo Ocalan hatin gotin û her wiha ji Ocalan re azadî hate xwestin. Çalakî li ber Şaredariya Leverkûsenê bi govenda jinan qediya.
Her wiha bang hate kirin ku her kes tevlî mîtîng ali Dusseldorfê bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN