Çalakiyên dezgehdanînê li paytexta Fransayê Parîsê û li taxên wê yên keviya bajêr di roja duyemîn de dewam dikin.
Di çalakiyan de ku di pêşengiya navendên civaka demokratîk û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê têne meşandin, ciwan, jin û endamên navenda civakê belavokan belav dikin. Her wiha Însiyatifa Ji Ocalan re Azadî broşûra ku berhevkirî û jînnameya Ocalan belav dike.
Endama TJK-E Xanê Ozbek a tevlî çalakiyê bû û ji ANF’ê axivî got, “Bi saya Rêbertiya me em haydar bûn ji sîstema serweriya zilaman a 5 hezar salî. Me xwe û girîngiya azadiya xwe fêm kir. Azadiya Rêbertiyê azadiya jinan e. Armanca çalakiya me ew e ku em balê bikşînin ser tecrîdê, ji zextan re bibêjin ‘êdî bes’ e. Em dixwazin bi çalakiyên xwe faşîzma AKP’ê û sûcê mirovahiyê yên li Tirkiyeyê û Kurdistanê li dijî gelê Kurd, deşîfre bikin.”
Endama TJK-E’yê Saniye Tûnç jî diyar kir ku armanca tecrîdê zilm û ceribandin e û got, “Lê bila kes Kurdan neceribîne, em ne dest ji Rêbertiya xwe û ne jî dest ji azadiya xwe berdidin.”
ANF / PARÎS