Hefteya Çandê wê êvara 27’ê Gulanê saet di 17:00 de ji ber Navenda Civaka Demokratîk bi meşeke girseyî destpê bike. Girseya gel a bi kincên neteweyî û li ber amûrên muzîkê yên herêmî bimeşin, wê li meydana Repûblîqûe kom bibe. Saet di 19:00 de wê Serhat Çarnewa konserê bide û fîlmê sînema were nîşandan.
Roja duyemîn a Hefteyê wê saet di 13:00 de bi panel, govend û semahê destpê bike. Koroya zarokan a TEV-ÇAND’ê wê hunera xwe pêşkêş bike û dûre fîlmê bi navê “Kilama Dayika Min” bê nîşandan.
Dixwazin çanda Kurd bidin nasîn
Di roja dawî de, di 29’ê Gulanê saet di 12:00 de dengbêj wê klamên xwe bêjin, konser bê lidarxistin û lîstikên şano bên pêşkêşkirin. Piştre saet di 21:00 de jî wê fîlmê “Mavî Rîng” were nîşandan.
Hefteya Çanda Kurd ji aliyê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ve tê organîzekirin û Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, FEDA-Fransa, TEV-ÇAND Parîs, Navenda Civaka Demokratîk a Arnovîlle, Navenda Civaka Demokratîk a Drancy piştgiriyê didin.
Komîteya Amadekar bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dixwazin çanda Kurd bidin jiyîn û bi gelê Fransayê bidin naskirin.
PARÎS