ZULKUF KURT / FRANKFURT

Li Fuara Kitêban a Frankfurtê ya 71´ê, 3 weşanxaneyên piştgiriya Weşanên Mezopotamya dikrin jî hebûn. Wezareta Karên Hundir a Elman weşanxane par qedexe kiribû û destdanîbû ser hemû kitêbên wê jî. Unrast-Verlag a ji Elmanya, Mandelbaum Verlag a ji Awusturyayê û Edition 8 a ji Swîsreyê piştgiriyê didin Weşanên mezopotamyayê. Berpirsê Unrast Verlagê Jörn Essig, dibêje wan kitêbên Mezopotamien Verlag ên bi Elmanî ji nû ve çap kirine. Li ser kitêban wan “Edition Mezopotamya” jî mohr kiriye. Essig got, ew qedexe û sansûra dewleta Elman qebûl nakin û rûreş dikin.

Heta her kes ne azad be kes ne azad e

Ew T-shirtê li ser wan gotinên Nelson Mandela "Bêyî azadiya ji bo her kesî ti kes ne azad e" nivîsandî nîşanî min dide, ji bo ku sedema piştgiriya bi weşanên mezopotamyayê re rave bike.

Li dezgeha Edition 8’ê jî kitêbên ji nû ve çapkirî yên Weşanên Mezopotamyayê hebûn. Berpirsê Mandelbaum Verlagê Martin Birkner qedexeyê û binpêkirina îfadeyê rûreş dike û sedema piştgiriya xwe jî bi vê rave dike.

Li fuarê li cihê ku Kanala Dewletê ya Elman a Yekê (ARD) bernameya studyoya vekirçî dikir, Jinên Kurd û dostên wan êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê rûreş kirin. Piştre Navenda PEN´ê ya Elmanyayê çalakiyek organîze kir. Di vê çalakiyê de jî dagirkeriya dewleta Tirk rojev bû. Derhêner û nivîskar Şehbal Şenyurt Arinli li vir got, “Tiştên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewimin sûcên şer in, divê Erdogan bê dadgehkirin.” Gava wê ev gotin dikirin, maşeta rojnameya me ya îna bihurî jî li cihekî darî çav digot, “Turkish War Crimes” (Sûcên şer ên Tirkan).