Komîteya Rojava ya li bajarê Swêdê Gavleyê, ji bo boykotkirina turîzm û malên Tirkî xebatên plansaziya beriya betlaneya Noelê ragihandin.
Berdevka Komîteya Rojava ya Gavle Malin Akerlund li ser hesabê xwe yê civakî, li ser destpêkirina çalakiyên boykotkirina malên Tirkî ku wê 23’ê Kanûnê destpê bike, agahî dan.
Têkildarî kampanyayê agahî ji bo hemû partiye siyasî û saziyên çapemeniyê re hatin şandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, sûcên şer û sûcên dij mirovahiyê yên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên teşhîrkirin û bang li welatiyên Swêdê hat kirin ku tûrîzm û berhemên Tirkiyeyê boykot bikin.
Hate diyarkirin ku Kurd û dostên wan wê 23-30’ê Kanûnê li pêşiya navendên mezin ên kirrîn û firotinê kom bibin û ji bo boykotkirina malên Tirkiyeyê wê pankartan hildin û belavok belav bikin.
Her wiha 9’ê Çile jî wê filme ‘Sara’ roja din jî ‘Resistance is life’ û ‘Girls of the sun’ bên nîşandan.
Di daxuyaniyê de bi vê hevokê xelk hat hişyarkirin: ‘Li Rojava her roj qirkirin û revandin didome. Gelek zarok dibin qurbana şer. Gûz û mewîjên hûn dikirin ji bo qirkirinê ne.’
ç