OSNABURCK: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osnabruckê, ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê civînek bîranînê lidar xist. Di bîranînê de i ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Qisekeran banga xwedîderketina li mîrateya şehîdên şoreşê kir û dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” qîriyan.
FREÎBÛRG: Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ahtin bîranîn. Civîna bîranînê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Di axaftina li ser navê komîsyonê de banga xurtkirina şoreş û têkoşînê hat kirin.
BENSSHEÎM: Li bajarê Bensheîm ê eyaleta Hessen a Elmanyayê, şehîdên 14’ê Tîrmehê bi merasîmekê hatin bîranîn. Beşdaran dilsoziya xwe ya bi berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK’ê re nîşan dan.
KOPENHAGEN: Şehîdên 14’ê Tîrmehê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin bîranîn. Li vê derê, nûnerê KCDK-E Felat, Berdevkê PYD’ê yê Kopenhagenê û Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Zelîha Dogan peyivîn û destnîşan kirin, ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tevgereke berxwedanê ye.
MONTPELLÎER: Di çalakiya bîranînê ya li bajarê Fransa Montpellîerê de li ser girîngiya çalakiya şehîdan ji bo Kurdan axaftin hat kirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Cevat Guneş bibîr xist, ku mîrateya berxwedana zîndanan hê zindî ye.
MARÎGNANNE: Li bajarokê Marîgnanne yê bajarê Marsîlya yê Fransayê, berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di bîranînê de sînevîyon li ser şehîdên 14’ê Tîrmehê hat nîşandan. Piştre ji şahidên berxwedanê Cûma Tak peyivî û kesayetên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê vegot.
VIYANA: Li Viyanayê jî, şehîdên 14’ê Tîrmehê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi civîneke gel hatin bîranîn. Di civînê de sînevîzyonek li ser berxwedêran hat nîşandan.
LÎNZ: Kurdistanî û Dostên wan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Awûstûrya Lînzê li hev civiyan. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre sînevîzyon hat nîşandan. Dûre li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lînzê Îmam Yildiz axivî.
MOSKOWA: Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, civînek lidar xistin û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14‘ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bibîr anîn. Di civînê de salvegera Şoreşa Rojava jî hat silavkirin.
AMSTERDAM: Şehîdên 14’ê Tîrmehê li paytexta Hollanda Amsterdamê hatin bîranîn. Di bîranînê de ji şahidên berxwedanê Sûat Bozkûş, helbestvan Mehmet Çetîn û Ciwan Palo axivîn. Qisekeran diyar kirin, Şoreşa Rojava tê wateya dewamkirina ruhê 14’ê Tîrmehê. Beşdaran her wiha pêvajoya ji hev ketina dewleta Tirk jî, ku bi dijwarî dewam dike, nirxandin.