Li seranserê Ewropayê Kurd bi meşên dirêj ên sê rojî ku doh dest pê kirin wê li ber parlemenên dewlet û eyeletan biqedînin balê bikişînin ser komploya navnetewî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bikin. 

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku wê sê rojan bidome, dest pê kir. Bi sedan Kurdistaniyên doh li ber avahiya Şaredariya Vîlleneûve-Saînt-Georges a Parîsê li hev civiyan, li ber pankarta “Ji Ocalan re azadî” û bi wêneyên Ocalan dest bi meşê kirin. Meşa Dirêj wê li ber Parlamenta Fransayê bi mîtîngekê biqede. Çalakger wê li vir jî dosyayek li ser armanca çalakiya xwe radestî rayedarên parlamentê bikin. 

VIYANA:  Kurdistaniyan li herêma St. Polten a Awûstûryayê dest bi meşa dirêj kirin û wê heta paytexta Viyanayê bimeşin. Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi beşdariya 100 Kurdistaniyan pêk tê. Meşa dirêj wê 2 rojan bidome û bi mîtîngek li paytext Viyanayê biqede.

ROTTERDAM: Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê jî çalakger li ber avahiya Şaredariyê li hev civiyan û ber bi Delftê ve bi rê ketin. Îro wê çalakger ji Delft berê xwe bidin Den Haagê. Meş wê li ber avahiya Şaredariya Den Haagê biqede. Tê dayîn gelek kes beşdarî mîtînga li Den Haagê bibin.

HEILBRON: Li bajarê Heilborn ê Elmanyayê bi tevlîbûna dehan kesî meşa 3 rojan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku wê heta Stutgartê bidome, destpê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar Saît Ozturk axivî û nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û wiha got; “Ji niha û pêve heta Rêbertiya me azad bibe, kesek nikare me ji qadan derbixîne.” Piştî axaftinê starta meşê a heta Kircheim’ê wê bidome, hat dayîn.

NIEDERSACHSEN: Li eyaleta Niedersachsen jî meşa ku ji bo azadiya Ocalan hatî destpêkirin bi çoş didome. Di meşê de bi sedan belavokên têkildarî tecrîda li ser Ocalan, hat belavkirin. Meş bi dirûşme û stranan tê pêşwazî kirin, rêya kû hatî plankirin bi nivî bû.

DARMSTADT: Meşa Dirêj a ku wê heta Parlamnetoya eyaletên Mainz û Wiesbaden bidome, wê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Bi sedan Kurdistaniyên ku ji Navenda Civaka Demokratik a Kurd û Mannheim, Mainz, Frankfûrt, Darmstadt hatin, li Luisenplatz Darmstadt li hev civiyan. Beriya meşê girseyê daxuyaniya çapemeniyê da û piştre heta Mainzê dest bi meşê kirin. Meş wê roja Înê li ber Parlamentoya Eyaleta Wiesbaden bi mîtîngekê biqede.

HILDESHEIM:  Meşa li Eyaleta Nîedersachesnê li Hîldeshenîmê doh di saet 10:00’an de destpê kir. Wê Kurdistanî û dostên wan ên Elmanî yên li Hannover Andertenê jî bimeşin.

BERLÎN: Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Berlînê jî dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan li ber gara Potstdamê ya paytexta eyaleta Brandenbûrgê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Endama KCD-E Nûpel Mûnzûr qala armanca meşê kir. Mûnzûr bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, Komploya Navneteweyî û berxwedana Ocalan. Mûnzûr destnîşan kir, ku gelê Kurd êdî azadiya Ocalan weke armanc daniye pêşiya xwe û diyar kir, armanca meşa wan jî ev e.  Roja dawî ya meşê jî wê ji Însbûrgplatzê dest pê bike û heta ber Parlamenta Elman bidome. Çalakî wê bi mîtîngekê dewam bike û li ser navê meşvanan wê heyetek bi rayedarên parlamentê re rûnê.