
Geliyê Botanê yê ku bi hezar salan jiyan li dora wî geş bûye û nirxên civakê zînde dike, di bin ava 16 bendavên de tê fetisandin. Dê bi çêkirina bendavan re pir, xan, mizgeft, aş, bermayiyên dêran û qadên kolandina arkeolojîk û her wiha dê gund, baxçe, qadên çandiniyê û seyranê yên li her du rexên gelî ne di bin avê de bimînin. Her wiha dê bi benvana re çanda koçertiyê ya bi awayekî zêde li vê herêmê heye jî winda bibe.
Wê bi "hinceta ewlehiyê" di navbera Şirnex û Sêrtê de 16 bendav bên çêkirin. Ji van bendavên ku dê ji Şîrwanê heta Cizîrê bên çêkirin, bendavên bi navê Çetîn, Lîmak, Kîrazli û Pervarî qediyane. 10 din jî niha tên çêkirin û 2 jê jî di asta projeyê de ne.
‘Bendav navgîna bişavtina stratejîk in'
Serokê Şaxa ÎHD'a Sêrtê û aktivîstê ekolojiyê Zana Aksu, ancamên van bendav û projeyên ku antî-ekolojîk û antî-sosyal in vegot. Aksu, ragihand ku bendavên li Sêrtê û herêmê tên çêkirin bi hinceta ewlehiyê tên çêkirin.
Aksu, ragihand ku dê di wadeyeke dirêj de ev bendav bi xwe re encamên neyînî bidin der û encamên wan ên civaknasî û ekolojîk vegotin. Aksu wiha axivî: wê li Sêrtê 47 gund di bin avê de bimînin. Mîrateyee dîrokî ya bi hezaran salan tê tunekirin."
SÊRT