Ciwanan nobet girt
Ciwanan bi awayekî komînal, pere di nava xwe de kom kirin û çûn ji bajar xwarin stendin. Ciwanên ku ji bajar xwarina taştê stendin, piştre bi hevre taştê xwarin. Ciwanan piştî taştê jî ji ber ku Geliyê Hewselê zêde hatibû qirêjkirin, çop û qirêjiya li derdorê kom kirin û derdor paqij kirin. Ciwanan di çalakiya xwe de alên kesk, sor û ser li daran daliqandin û li hemberî êrîşek pêkan ku ji hêla polîsan ve bê çêkirin nobetê digirin. Li aliyê din li bajêr çalakiyên piştgiriya bi ciwanan re jî têne lidarxistin.
Gelek ajal mirin
Li aliyê din, li avzêmka Geliyê Dîcleyê gelek dermanên kimyevî û şûşeyên serûmên ku tê gotin ku ji hêla Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ve hatine avêtin hat dîtn. Ji ber van dermanên kîmyasal û serûman gelek kûsî, beq û ajalên avê mirî hatin dîtin. Ji bo dawî li mirina ajalan bê anîn û geliyê Dîjleyê neyê wêran kirin, gel bi çalakiyên cihê nerazîbûna xwe nîşan dide.
DÎHA/AMED