Li navçeya Kelar, bajarokên Kifrî û Rizgarî yên Germiyanê agirê Newrozê hate pêxistin û şahiyên Cejna Newrozê bi rê ve çûn.
Li navçeya Kelar, bajarokên Fikrî û Rizgarî yên Germiyan pêr êvarê agirê Newrozê hate pêxistin û şahiyên Cejna Newrozê bi rê ve çûn. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li Kelha Şêrwane ya navçeya Kelar a Germiyanê bi beşdarbûna gelek kesan û nûnerên partî û rêxistinan, şahiya Newrozê hate lidarxistin û agir hate pêxistin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo ruhê şehîdan dest pê kir. Piştre Serokê Şaredariya Kelarê Ekrem Salih axivî û Cejna Newrozê pîroz kir.
Piştre jî çend çalakiyên hunerî wên weke stran, helbest pêk hatin. Hunermend Osman Mîrweysî çend stran gotin. Piştre meşaleya agirê Newrozê hate pêxistin.
Şahî bi stranên Osman Mîrweysî û Saman Rehîm bi dawî bû.
Li bajarokê Rizgarî ya Kelarê bi beşdarbûna gelek kesan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di şahiyê de stran hatin gotin û meşaleya Newrozê hate pêxistin. Herwiha nûnerên partî û rêxistinan jî beşdarî pîrozbahiyê bûbûn.
Herwiha li bajarokê Kifrî yê ser bi Kelarê jî Cejna Newrozê agirê Newrozê hate pêxistin û Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Li wir jî gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
ROJNEWS / GERMIYAN