HAWRÊ KIRÊKAR/BOTAN GERMIYAN
ROJNEWS/GERMIYAN
Mûzexaneya Germiyan tiştên arkeolojîk li nav sînorê Herêma Germiyan kom dike. Navenda rêveberiya arkolojiya Germiyan 5 sal berê li navçeya Kelarê ya herêma Germiyan hat avakirin.
Heya niha nêzîkî 500 berhemên arkeolojîk di nava vê mûzexanê de hatine bicihkirin ku hin ji wan berhemên ji beriya zayînê mayî ne. Gelek ji van berheman jî ji herêmên cuda yên Germiyan in û di mûzexaneyê de hatine bicihkirin. Di encama lêgerîn û di lêkolînên li herêma Germiyan de ev berhem hatine dîtin.
Gelek berhemên cihê
Ji van berheman gelek ji aliyê welatiyan ve di demê karkirinê de hatine dîtin û ji bo parastinê bang li rêveberiya arkeolojiya herêmê kirine û radestî wan kirine.
Di mûzexaneya arkeolojiya herêma Germiyan de gelek berhemên serdema Îskenderê Mezin ku wek bizmar û peyker, firaxên av û xwarinê, zêr, zîv, guze, tizbî, peykerê serokan, cer, fincan, kevir, wêneyê firindeyê cûr bî cûr û goristan hene. Dîroka van berheman heya sedemêm beriya zayînê ji diçe.
Ji gelek şaristaniyan
Parçeyê herî kevin ê Mûzexaneyê Goze ye ku dîroka wê bi qasî 4 hezar û 500 sal berî zayînê ye. Ev berhem li ser girê Rehîm yê bajarokê Rizgarî ya navçeya Kelarê hatiye ditin.
Li gundê Top Eskerîyê navçeya Xaneqîn, Girê Qela Şêrwan û Girê Serqela û Girê Rehîm herî zêde ev berhemên arkeolojîk lê hatine ditin, yê serdema Sasaniyan, Eşkanî û Îslamiye ku ji aliyê rêveberiya arkeoloji ve hatine lêkolinkirin.
Destûrê nadin ji bo tiştên din
Ev berhem hemû di mûzexanê de cih digirin nav û dîroka wan jî li ser wan hatiye nivîsin. Ev yek ji aliyê kesên pispor ve hatiye çêkirin. Gelek ji van berhemên arkeolojîk li vir hatine bicihkirin û beşek din jî hin dibin axê de ye, lê rê ji bo derxistina wan nayê dayîn.
Beriya Zayînê heta bi 6 hezar salan
Cigirê rêveberiya mûzexqanaya Arkeoloji ya herêma Germiyan Salih Mihemed Semîr got: “Nêzîkî 500 berhemên arkeolojîk di nava vê mûzexanê de hene û beşek mezin yên van berheman jî ji herêma Germiyan hatine komkirin. Li gorî dîroka van berheman wiha diyar dibe ku beriya zayînê di 6 hezar û 500’an de mirov li vê herêmê jiyane.“
Peykerên hêja jî hene
Semîr behsa peykerên di mûzexaneyê de jî kir û wiha pê de çû: “Yek ji giringiya vê mûzexanê ew e ku peykerê xwedawend û serokên ku mohra xwe li dîrokê xistine û li herêma Germiyan jiyane, hene. Pêwist e em van kel û pelên dîrokî biparêzin ji bo di siberojê de giringiya navçeyê hebe.”