Rêvebera Rêxistina Dijî Şideta beramberî Jinan a herêma Germiyan Lemîe Mihemed têkildarî çalakiyên ji bo 8’ê Adarê axivî û got; “Ji bo pîrozbahiyên roja 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê, rêveberiya me wê çend rêze çalakiyan li dar bixe. Her wiha wê rêxistinên din jî yên herêmê tevlî van çalakiyên 8’ê Adarê bibin.”
Lemîe Mihemed der barê çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê de got; “Çalakiyên me wê bi pêşwazîkirina mêvanan destpê bikin û her wiha têkildarî rewşa jinan li Herêma Kurdistanê semîner jî wê bên dayîn.”
Lemîe Mihemed got ew ê 9 û 10’ê Adarê bi alîkariya Mala Rewşenbîrî ya Selam festîvala kurtefilman li dar bixin. Di vê festîvalê de 5 kurtefilmên bi taybet li ser jiyana jinan wê bên pêşandan. Her wiha ji bo jinên beşdar şahiyek jî dê were lidarxistin.”
Lemîe Mihemed di dawiyê de jî got; “Di roja 8’ê Adarê de di çend beşên cûda de em ê xelatê bidin 12 jinan. Di nava van jinan de 2 dayik jî hene ku yek jê dayika 5 şehîdan e û yek jî dayika 3 şehîdan e. Yek din jî jinek e ku bi wesayita xwe ji bo zarokan xêrê dike. Jinek din jî ku dema zarokê wê yê kur çêdibe, bi tena serê xwe wî xwedî dike, dide xwendin û kurê wê dibe doktor."
Di çarçoveya çalakiyan de wekî din festîfala helbestan wê bi tevlîbûna çend helbestvanên navçe û bajarên weke Silêmanî, Derbendîxan, Hewlêr, Xaneqîn bê lidarxistin. Ev festîfal jî wê li Mala Selam a li Xeneqîn bê lidarxistin û rêxistinên jinan ên Xaneqînê jî tevlî xebatên çalakiya dibin.
HÛŞMEND KURDÎ/ROJNEWS / GERMIYAN