Ji ber qetilkirina Mehmet Reşit Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr pevçûn despêkirin, li Geverê sê rojin derê dikanan venekirine. Îro jî li Şirnex, Cizîr û Silopiyê derê dikanan nehat vekirin. Li ser hemû cade û kuçeyên Geverê pankart hatin vekirin. Di kuçeya nexweşxanê tîmên taybet û bi dehan wesayîtên zirxî di li kolanan digerin. Li aliyê din BDP'a navçeyê li taxa Kişlayê parqa Apê Musa "li hemberî qirkirinên sivîl çadira berxwedana demokratîk" bi girseyek mezin vekirin. Li Colemêrg, Şemzînan, Çelê, Bajirgehê xirvata, girse dê biçin taziya li mizgefta ku li taxa Esentepe bibin û paşê jî biçin kon. Li navçeyên Sîlopî û Cizîrê jî bi heman armancê dikan nehatin vekirin. Li navçeyê ji derveyî firinan û dermanfiroşên nobedar her der girtîne. Baroya Colemêrgê der barê qetilkirina du welatiyan û birîndariyên li Geverê daxuyaniyek da û xwest waliyê Colemêrgê ji peywirê bê girtin. Serokê Baroya Colemêrgê Muhîttîn Gungor daxuyaniyek nivîskî da û balkişand ser daxuyaniyên walî û got divê lêpirsîn bê vekirin.
Li zêdetirî 20 navendan çalakî
Bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Semsûrê hatin cem hev û li ber pankarta bi nivîsa "Em komkujiya li Geverê lanet dikin" ber bi Parka Demokrasiyê ve meşiyan. Li Riha û navçeyên wê Sîwereg û Wêranşarê jî komkujiya li Geverê hat protestokirin. Li Çewlikê girseya gel çelengek reş danî pêşiya Walîtiya bajêr. Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Şemrexê bi meşekê komkujiya li Geverê protesto kir. Li navçeya Nisêbînê jî bi heman armancê girseya gel ji ber avahiya BDP'ê y navçeyê heta Taxa Newrozê meşiya û dûre daxuyaniyek da. Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê, bi sedan kes ber bi Meydana Cûmhûriyetê ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" meşiyan. Bi sedan kesên bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Mersînê li ber avahiya bajêr hatin cem hev, qetilkirina du Kurdan ji aliyê polîsan ve li Geverê, protesto kirin. Daxuyaniyeke din a li ser mijarê jî bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Tarsûsê ve hat dayîn. Li Misirc, Diyadîn, Aydin, Konya, Yalova û Manîsayê jî bi tevlîbûna hezaran kesan komkujiya dewletê ya li Geverê hate protestokirin.
NAVENDA NÛÇEYAN