
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîla ya li herêma Kela Perîxanê ya girêdayî navçeya Geverê agahî par ve kirin.
Daxuyaniya HPG’ê ya derbarê çalakiyê de wiha ye: Hêzên me di çarçoveya pêngava duyemîn a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, di 23’yê Cotmehê de, seat 23:30’an de li dijî artêşa TC ya ku li herêma Kela Perîxanê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de, çeperên dijmin û konên wan ji 2 aliyan ve hedef hatin girtin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.“
ANF / BEHDÎNAN