Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîlayan a 7’ê Cotmehê de eskerek Tirk hatiye kuştin.

Di daxuyaniya li ser malpera fermî a HPG´ê de hat gotin, “Hêzên me di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 7’ê Cotmehê saet 19:00’an li dijî eskerên li girê Elîşêr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sekvaniyê kirine, di vê çalakiyê de eskerek hatiye kuştin.”

 

ANF/BEHDÎNAN