Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di salên dawî de tevlîbûneke zêde li hemberî boykota dibistanan çêdibe û dê dîsa hefteyekê dibistanan boykot bikin. TZPKurdî li hemberî astengiyên dewletê yên li hemberî zimanê zikmakî dibistana perwerdehiya Kurdî bide ya ji 5 qetan pêk tê û çêkirina wê didome. Hemû lêçûnên înşata dibistanê ji aliyê komên gundan, meclîsên taxan û gel ve tên dayîn. Heke dibistan negihije serdema yekemîn a perwerdehiyê dê ji bo xwandekaran avahiyek bê kirêkirin û perwerdehî dê bê dayîn. Qeydên ji bo dibistanê didomin. Rêveberê TZPKurdî yê Geverê Aydin Koç têkildarî boykot û mijar perwerdehiya Kurdî agahî dan û wiha got: "Serdema perwerdehiya salên 2014-2015'an weke li Kurdistanê û Tirkiyeyê dê li Geverê jî bê boykotkirin." Koç, diyar kir ku ew dê destkeftiyên bi têkoşîna azadiya Kurd hatin qezenckirin dê biparêzin û wiha axivî: "Kurd bi rûpeleke paqij dest bi jiyanê dikin. Em li hemberî pergalên dibistanê alternatîf in. Encamên wê çi be bila bibe em dest ji perwerdehiya zimanê zikmakî bernadin."

Jina bi navê Zeytun Akdenîz 2 zarokên xwe yên 6 û 7 salî ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî li dibistanê qeyd kirin. Akdenîz, diyar kir ku vebûna dibistanê dîrokî ye û wiha got: "Ev dibistan dîrokî ne. Zarokên me dê bi zimanê xwe bixwîn û dîroka xwe bi zimanê xwe hîn bibin. Hûrmeta me li hemberî hemû zimanan heye. Lê divê her mirov jî zimanê xwe bizane. Divê hemû dayîk zarokên xwe bişînin dibistana Kurdî. Bila dibistanan boykot bikin û dest bi dibistanên alternatîf bikin. Heya niha zêdehî 100 qeyd hatin çêkirin. Piştî agahiya qeydan hate bihîstin malbat bi xwe diçin qeydan dikin."

'Emê ji sedî sed piştgiriyê bidin boykotê'

Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Denîz Bulbun jî têkildarî boykot û çalakiyên pêk bên agahî dan û wiha got: "Gel xwedî li dibistanê derdikeve gelek tişeke bi rûmet e. Bi taybet komîn û meclîsên taxan di aliyê aborî de piştgiriya dibistanê kirin gelek em bihêz kirin. Di 15'ê îlonê de dê dibistanên dewletê vebibin. Em dê sedî sed piştgiriyê bidin boykotê. Em dê di 15'ê îlonê de li ber Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê bên ce hev û bi zarokan re ber bi Midûriyeta Polîsan Neteweyî bimeşin. Di hefteya boykotê de em dê li balên gel li taxan perwerdehiya Kurdî bidin. Em dê li komîn û gundan perwerdehiyê bidin."



SAMÎ YILMAZ/DÎHA/COLEMÊRG