Têkîldarî mijarê Cîgirê Şaredarê Geverê Husnu Beşer agahî da û got ku ew mexdûrbûna gelê Wan û Erdîşê piştî erdhejên 23’ê cotmehê û 9’ê mijdarê di çapemeniyê de dişopînin, ji ber kêmasiyên mekanîzmaya sîstema dewletê xwedî li mexdûrên erdhejê nehatiye derketin. Beşer diyar kir ku ji ber vê yekê wan ji bo balê bikêşin ser rewşa welatiyên li Wan ê Erdîşê û êşên wan parve bikin kampanya dane destpêkirin.
Beşer anî ziman ku heta meha gulanê wan wekî Şaredariya Geverê û geveriyan deriyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekirine û wiha axivî: „Em hemû malbatên ku dê bên vir li cihên ku ji aliyê şaredariyê ve hatine diyarkirin dê bên bicihkirin. Malbatên ku dixwazin dikarin serî li şaredariya me bidin û wê demê ji bo wan dê şert û berc bê avakirin. Gelê Geverê deriyê xwe ji bo hemû malbatên ku dê bên vekirine.“

Hate gotin ku malbatên ku dixwazin biçin Geverê dikarin telefona Şaredarê Geverê Ercan Bora ya 0530 702 77 33, telefona Cîgirê Şaredar Husnu Beşer a 0 530 363 99 93 û ya Midûrê Zabiteyan Tahîr Tekînalp a 0532 525 31 57 û telefona şaredariyê ya 0438 351 47 17 bigerin.

DÎHA/COLEMÊRG