Di merasîmê de apê şervanê YPG'ê Erol Can axivî. Apê Can berxwedana Kobanê silav kir û got, "Serhildan Demhat û şehîdên me, mîrateya parastina Kobanê ji me re hiştin. Xwedîderketina li mîrateyeke ewçend pîroz, deynê me ye."

Bîranîna şehîdên meha Kanûnê

Li bajarê Fransa Reimsê, qurbaniyên komkujiyên Roboskî, Mereş, 19'ê Kanûnê ya li girtîgehê û şoreşgerên di meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn.

Di merasîma bîranînê ya bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî. Ceylan diyar kir ku dewleta Tirk li ser mêtîngerî û înkarkirina gelê Kurd ava bûye û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji ber van komkujiyan her roj bi nefretê bê şermezarkirin.Dûre, şahidê operasyona 'vegera li jiyanê' ya di 19'ê Kanûna 2000'î de li girtîgehên dewleta Tirk hat kirin Ersîn Eroglû peyivî.  Di çalakiyê de li ser navê Malbatên Şehîdan Nedîm Tûtmaz jî mafê axaftinê girt û komkujî şermezar kir.

GIESSEN/REIMS