Şahiya ku pir rengîn derbas bû wekî mihrîcanekê coşek mezin li pey xwehişt. Di şahiyê de Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk û bi sedan welatî amade bûn. Di şahiyê de pêşbirg, rev, konser, pêşengeh û panel hatin lidarxistin. Keyayê Gundê Badan Metin Aydogdu, anî ziman ku bi armanca pitevanî û şewirmendiya welatiyan xurt bikin û çanda herêmê biparêzin her sal vê şahiyê pêk tînin. Aydogdu, anî ziman ku hem ji bo coş û şahiyê û hem jî ji bo piştevaniyê vê bernameyê pêk tînin û hatina vê şahiyê li welatiyên gund belav dikin. Heta niha me bi hatina vê şahiyê qanalên avê û kanalîsazyon anîn gund. Em dê bi van şahiyan xizmata gund berdewam bikin.
Parlementerê BDP’ê Çelik jî anî ziman ku anî ziman ku ev şahî piştevaniya civakî û çandî ye û kevneşopiyek baş e. Çelîk xwest ev çand û kevneşopî li her derê belav bibe û çand bê parastin. Piştî re 15 jin di çarçoveya şahiyê de ketin pêşbirga revê. Pişt re jî lîstika futbolê hate listin. Pêşbirga bezina hespan hate lidarxistin û xwarina herêmî hate belavkirin. Şahî bi konserê bi dawî bû.
DÎHA/MÛŞ