
Meclîsên Rêveber ên Kantonên Cizîrê û Kobanê li bajarê Girê Spî daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê. Li ser navê Meclîsa Rêveber a Kobanê Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Xalid Berkel axivî û bi xêr hatina şandeya rêveberiya Cizîrê kir. Berkel got: “Ev roj rojeke dîrokî û pîroz e, xewn û hêviyên ku ev demeke dirêj em li bendê ne pêk hat. Ev roj bi xwîna cangoriyan pêk hat û cangoriyan xwe kirin pêşeng ji bo em bigihêjin vê rojê. Kombûna me li vî bajarê dîrokî ku ev demeke dirêj e di bin sîstema dagerkeriya sîstemên Baas û DAIŞ ku ti caran hebûna Kurdan qebûl ne dikirin de bû, îro azad e.”
Bi can û keda cangoriyan
Li ser navê rêveberiya Kantona Cizîrê jî Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso peyivî û di serî de bi xêr hatina rêveberiya Kantona Kobanê kir û got: “Îro em li vir li hev civiyane, ev rojeke dîrokî ye. Em serketinan li vir li hev pîroz dikin. Ev ji bo me şahiya serketina bi can û keda cangoriyan pêk hatiye ye. Pêwîste em heta dawî şopdarên riya cangoriyên xwe bin.ˮ
Hiso da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe di rêvebrina Rojava û herêmê de ispat kiriye û wiha pê de çû: “Ji Dêrikê, Girê Spî û heta Kobanê îro bûye yek. Koordînasyona Giştî ya 3 Kantonên Rojavayê Kurdistanê biryar dane ku wê bi hemû hêza xwe xizmeta Girê Spî û hemû pêkhateyên wê bike. Gelê me û rêveberiya xwe ya xweser îspat kiriye ku armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk e.”
Hiso bang li hemû pêkhateyan kir ku parastina destketiyan bikin û wiha dom kir: “Li Rojava destketiyên mezin hatin bidestxistin, pêwîste hemû kes cihê xwe di nava xebatên parastina destketiyan de bigirin. Pêwîste hemû pêkhateyên Girê Spî û Kobanê vegerin hembêza dayika xwe Rojavayê Kurdistanê û di xebatên avakirinê de cihê xwe bigirin.”
Piştî Hiso Cîgera wî Elîzabêt Goriyê axivî û spasiya şervanên YPG ê û Burkan El Firat ku hiştin herêmê aram û azad bibe kir.
ANF/GIRÊ SPÎ