Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê ji herêmê ragihandine, bûyer pêr bi şev saet li dora 23.00’yan li gundê Girê Sor ê li Rojavayê Girê Sipî qewimî. Komeke welatiyên sivîl ên ji pêkhatiya Ereb û ji malbatên cuda, dema dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê eskerên Tirk ve hatin gulebarandin.
Di encama gulebaranê de 2 jinên ku navên wan nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan û jin û zarok jî di navê de 9 kesên din jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Emel a Kobanê. Bijîşkan da zanîn ku rewşa 3 birîndaran giran e. Birîndaran diyar kir ku ji koma hatiye gulebarandin, agahî ji 4 kesan nehatiye girtin û nayê zanîn ka mirine yan jî derbasî aliyê Tirkiyeyê bûne.
ANHA / KOBANÊ