Rêveberiya dibistana Şehîd Ehmed Yasîn a bajarê Girê Spî mihrîcaneke gelêrî ji bo zarokan bi tevlibûna 13 tîmên dibistanên kantonê û Kobanê organîze kir.

Dibistana Şehîd Yasîn Ehmed a girêdayî Navenda Perwerdeyê ya Kantona Girê Spî, bi armanca vedîtina behreyên zarokan û dûrxistina wan ji rewşa şer, mihrîcaneke gelêrî ji bo zarokan organize kir. Bi sedan malbatên xwendekaran û mamosteyên kantonê beşdarî mihrîcanê bûn.

Di mihrîcanê de 13 tîm ji dibistanên kantona Girê Spî û Kobanê amade bûn.

Her wiha komên beşdar berhemên xwe yên hunerî ji şano, govend û stranên gelêrî pêşkêş kirin. Zarokên beşdar, bi rêya berhemên xwe wijdana cihanê muxeteb girtin û bang li rizgarkirina zarokatiyê ji encamên şerên li Sûriyê, kirin.

Di dawiya mihrîcanê de tevahiya komên beşdar bi hev re govendeke gelêrî pêşkêş kir û bi rêya wê, peyama hevgirtin û yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan.

 

 ANHA / GIRÊ SPÎ