Endamê Rêveberiya Hêzên Asayîşa Herêma Kobanê Baran Dêrik ragihand ku seat di 03.00’an de komeke çeteyên DAIŞ’ê êrîşî navenda Asayîşa Girê Spî kir û hewl da bikeve hundirê navendê, lê belê hêzên wan nehiştin çete derbasî hundir bibin û bersiva êrîşa wan da. Di encama bersivdayîna Hêzên Asayîşê de şerekî dijwar rûda û heta seat 05.00’an dewam kirin.
Dêrik, diyar kir ku di encama şer de 3 çete hatin kuştin. Li ber çeteyan 3 rext, 3 Kalaşînkof û 3 rextên xwekujiyê hatin desteserkirin.
Baran Dêrîk, da zanîn ku wan li ser vê yekê lêgerînek li nava bajêr kir. Baran Dêrîk got, çete li beramberî pêşketinên QSD’ê li başûrê Kobanê têk diçin, lewre serî li van rêbazan didin.
Her weha hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê bi tankan êrîş birin ser bajaroke Eyn Îsa. Di encama şer de şervanên QSD 2 wesaîtên bombebarkirî yên çeteyan rûxandin û bi dehan çete jî hatin kuştin. Çeteyên ku darbeyên giran xwarin ber bi Reqqayê ve reviyan.
Çete êrîşî Şiwarxa û El-Malikiyê dikin
Li Knatona Efrînê jî piştî rizgarkirina gundên Şiwarxa û El Malikiyê, çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam careke din êrîşî van gundên 7 km li başûr-rojavayê Ezazê kirin.
Şevê din çeteyan hewl dan derbasî herdu gundan bibin û depoyên genim û girê gund “El-Qelha” bibin. Şervanên Artêşa Şoreşgeran li pêşberî çeteyan sekinîn û nehiştin derbasî herêmê bibin. Di encamê de şer qewimî. Li gorî agahiyên ji herêmê di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîdarkirin. Lê hejmareke zelal nehat zanîn.