Civîn bi beşdariya dehan kesî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de Endamê TEV-DEM’ê Kenan Berekat axivî. Berekat diyar kir ku TEV-DEM’ê ji destpêka şoreşa Sûriyeyê, bê ku xwe bispêre tu aliyên derve yan hundir, weke xeta 3’yemîn tekoşîna xwe dewam kir. Kenan, da zanîn ku gelê Kurd ji ber siyaseta xwe ya bê alî her dem bûye hedefa êrîşên hemû aliyan. Kenan, destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan jî gelê Kurd meclîs û saziyên  xwe avakirin û ji bo sîstema xweseriya demokratîk bê navber tekoşîna xwe dewam kiriye.

Berekat, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û êrîşên li Qamişlo pêk hatin û da zanîn ku armanc êrîşkaran ewe îradeya gelê Kurd têk bibin û herêmên Kurdan vala bikin. 

GIRKÊ LEKÊ