Piştî bajarê Tirbespiyê, rêxistina Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Girkê Legê jî amadekariyên lidarxistina hefteyek çandî li bajar û gundewarên Girkê Legê temam kir. Çalakiyên hefetya çandî ku dê 6 rojan bidome, îro bi şîara “Azadiya Rêber Ocalan ji azadiya mirovahiyê ye” dest pê kir. Çalakî li bajarê Girkê Legê, Çil axa, Til Koçer û gundên Helaq û Dêrna Axê yên herêma Aliyan tên lidarxistin.
Endamê Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê Husam Mihemed diyar kir ku dê di vê hefteyê de çalakiyên cihêreng bên organîzekirin. Mihemed da zanîn ku dê şano, govendên folklorî bên lîstin û pêşengeheke pirtûkên Kurdî û alavên folklorî jî bê vekirin.


 ANHA / GIRKÊ LEGÊ