Girtiyê bi navê Îdrîs Ozdemîr ê ku 5 mehan li Girtîgeha Osmaniyeyê ma rastî 5 sal cezayên disîplînê hat. Ozdemîr niha li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê dimîn e. Ozdemîr, bi eslê xwe ji Sêrtê ye lê li Mêrsînê mezin bû. Bavê Ozdemîr jî ev 18 salin di girtîgehê de ye. Birayekî wî bi îdîaya „me tu neeciband“ di 22’yê kanuna 2011’yan de hate girtin û li Girtîgeha Mêrsînê ye. Ozdemîr binpêkirinên li girtîgehan û pirsgirêkên jiyîn xwest ku parve bike lê ji ber cezayên dîsîplînê girtin nekarî vê yekê binîvîse. Ozdemîr, destnîşan kir ku piştî cezayê wî yê nameyan xilas bû wî dest bi nameya xwe kir.

Him darpkirin him jî ceza danê

Ozdemîr di nameya xwe de diyar kir ku 5 mehan li Girtîgeha Osmaniyeyê ma zêdehî 5 sal cezayên dîsîplînê girt û wiha got: „Ez nêzî salekê girtî me. Ez li Mêrsînê hatim girtin. Di 5’ê sibata 2011’an de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê hatim kirin. Dema ku ez ketim Girtîgeha Osmaniyeyê ez rastî heqaret û gefan hatim. Li gel vê yekê leşkeran 2 caran mudaxeleya fîzîkî li min kirin û ez darp kirim. Ligel şopa darpan di qemereyan de hebû serlêdana min ya sûc bi hinceta ‘delîl tuneye’ li ber çava nehate girtin. Di heman bûyerê de der heqê min de 3 meh cezayê hevdîtina girtî û 6 meh jî cezayê hevdîtina vekîr dîsîplînê hate dan.“

‘Tu dê midûr gazî cem xwe bikî!’

Ozdemîr, anî ziman ku ji bo rewşê ji midûr re vebêje xwest ku bi midûr re hevdîtinê bike û wiha destnîşan kir: „Min ji gardiyanan re got ‘Gazî midûr bikin ez dixwazim pê re biaxivim.’ Wan ji gazikirê. Min bûyer ji midûr e vegot. Midûr jî got dê bi pirsgirêka min re eleqeder bibe. Lê pişt re bi hînceta ‘Ji ber min midûr gazîkir cem xwe û aramî xirakir’ cezayê dîsîplînê yê 3 meh ji hevdîtina girtî û 6 mehan jî ji hevdîtina vekirî men girt. Li ser vê yekê careke din min xwest bi midûr re hevdîtinê bikim û ji bo gazîkirina midûr min li derî xist. Gardiyan hat got ‘Midûr li vir nîn e’ Ji ber ku min zila derê nexist min li derî xist disa 3 meh cezayê hevdîtina girtî û 6 meh cezayê hevdîtina vekirî li min birîn. Bi hinceta ‘Çengala derê xarbû’ jî 3 meh cezayê hevdîtina girtî û 6 meh cezayê hevdîtina vekirî li min birîn.

Bi giştî têkildarî vê bûyerê de min 9 meh cezayê hevdîtina girtî û 18 meh jî cezayê hevdîtina vekirî girt.“ Ozdemîr, anî ziman ku îtîrazên wî li hemberî van cezayan hemû bêencam man. Ozdemîr, da zanîn ku ji ber wî li hemberî van yekan xwest ku bi Kurdî îfadeyan bide lê îfadeyên wî negirtin.

Cezayê hûcreyê
Ozdemîr di nameya xwe de destnîşan kir ku li heman girtîgehê 2 caran dest bi greva birçîbûnê kir û ji ber vê yekê 3 mehan cezayê dîsîplînê yê „ji faliyetan men“ û 6 mehan ji hevdîtina vekîrî men girt.

DÎHA/ENQERE