
'Rê li pêş îşkenceyê vedikin'
Karakaş, girtiyên ku nû dikevin girtîgehê rastî zextên devkî tên û rûmeta wan tê şikandin û piştre tên tazîkirin. Karakaş, destnîşan kir ku ev pêkanînên rayedarê girtîgehê li hemberi wan pêk tên nayên qebûlkirin û ji bo li dijî vê yekê derdikevin rastî îşkenceyê tên û wiha got: "Dema girtî vê yeke itiraz dikin rastî êrîşê tên. Hefteya borî 2 hevalê me ji Amasyoyê anîn vir. Bi salan e di bin tecrîdê dene. Hevalên me ku rastî cezayê muebetê hatine dema ji Amasyayê anin Tekîrdagê disa îşkence li wan kirin. Êrîşê hevalên me yên ku 18 salin girtîne û ji Erziromê anîn vir kirin.
Dema em serî li revîrê didin doktor bi xwe tên girtîgehê û piştre doktor ji gardiyanan re dibêjin 'Ev kes nexweşê dil e dê mirina wî di situyê de de bimîne zêde lê nexe, ev kes saxlem e zêde lêxe' û gardiyanan teşwîkî îşkenceyê dikin. Heta hefteyekê nexweşan dernaxin revîrê. Dema xwarinê li girtiyan belav dikin xwarinê dirişînin erdê û dikin qerîn. Dîsa girtiyên ku cezayên wan xelas bûne jî serbest nayên berdan. Girtiyên ku 8-10 salin girtî ne, nikarin ji mafê xwe yê 4 saetan hevdîtina hevpar a hewşê sûdê bigirin. Mafê hevditina hevpar a hewyê bi awayeki keyfî û dîsîplînê li girtiyan tê qedexekirin. Hin hevalên me yên ij ber cezayê dîsîplînê 2 salin telefonî malbatên xwe nekirine hene. Malbat nikarin bên Tekirdagê hevdîtinê.
Rêveberiyê girtîgehê vê yekê kontrol dikin û dibînin ku malbatê kê hindik tên telefonê wan qut dikin. Girtiyên ku li hewşê stranan dibêjin rastî cezayê dîsîplînê tên. Girtiyên ku dahnekî xwarinê negirin rastî cezayê dîsîplînê tên. Hin girtiyên ku nêzî salekê ye cezayên wan xelas bûne ji ber ku rastî cezayê dîsîplînê hatine nayên berdan."
'Dengê xwe bilind bikin'
Karakaş, da zanin ku li gorî zagonan divê rojê 10 saetan deriyê hucreyan li hewşe vekirî be, lê mafê wan tê binpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtiyên ku rastî cezayê muebeta giran hatine nikarin ji mafê xwe yê telefonê ku ji 15 rojan carekê telefon bikin sûdê bigirin. Tenê girtiyekî derdixin qada sohbetê û dibêjin de sohbetê bike. Dê bi kêre sohbetê bike. Hevalên me yên ketine gireva birçîbûnê rewşa wan her ku diçe giran dibe. Em ji rewşa wan bi fikar in. Nina 21 hevalên me di gireva birçîbûnê dene. Zext u zordariyên girtigehê li ser girtiyan berdewam dike. Girtiyên ketine girevê heta mafê xwe bi dest bixin dê çalakiya xwa berdewam bikin. 2 girtiyên ku du hucreyên yek kesî de dimînin û di girevê dene rewşa wan her ku diçe giran dibe û em ji jiyana wan bi fikar in. Em bang li Wezirê Dadê, parlamenter û parazvanên mafên mirovan dikin û dixwazin li hemberî vê yekê têkevin nava legerîn û hewldanan. Dive her kes rabe ser piyan û dengê xwe bilind bikin."
DÎHA/STENBOL