
Hate zanîn ku girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Karataşê dema Newroz pîroz kirin ji aliyê gardiyanan ve hatin darpkirin û Nûçegihana DÎHA'yê Ozlem Aguş a girtî ya dixwast tiştên pêk hatin bi nameyê vebêje jî nameyên wê hatin destserkirin.
Li girtîgehan her roj binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin û bi taybet pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li dijî girtiyên siyasî her roj zêde dibin. Prz. Şîar Rişvanoglu di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Karataşê bi muvelîlê xwe re hevdîtin pêk anî û li gorî agahiyên muwekîla wî daye wî, di 20'ê Adarê de girtiyên bi navê Ratîbe Batmaz, Hayriye Ozkan, Nuriye Erîm, Ayfer Ayçîçek, Hurriyet Dogan, Sultan Ozer û Yazgul Yildizhan sewqî Girtîgeha Tîpa T a Şakran a Alîaga ya Îzmîrê hatin kirin.
'Ji bo mudaxeleyê av heye'
Parêzer Rişvanoglu, diyar kir ku di di 21'ê Adarê de girtiyên jin ên xwestin li hewşa girtîgehê Cejna Newrozê pîroz bikin rastî êrîşa gardiyanan hatin û ji ber vê yekê Remziye Erdem qrîz derbas kir. Rişvananoglu anî ziman ku girtiya bi navê Emîne Eren jî hate darpkirin û weha got: "Ji bo agirê girtiyan vemirînin û mudaxeleyê bikin bi xortomên îtfaiyeyê av avêtinê. Gardiyanan heqaret li girtiyan kirin. Li girtîgehê hefteyeke bi hinceta 'ji bo bikaranînê av tuneye' avê nadin girtiyan. Girtiyên li dijî zextan derdikevin jî her tim rastî cezayên dîsîplînê tên."
Nameyên Aguş hatin destserkirin
Parêzer Rişvanoglu bal kişand ser zextên li girtîgeha Karataşê û anî ziman ku nameyên girtiyan yên dixwazin van zextan eşkere bikin jî tê desteserkirin û weha got: "Nameyên Nûçegihana DÎHA'yê Ozlem Aguş a li Karataşê girtî tiştên pêk hatin bi nameyê ji DÎHA'yê Alî Buluş û Îbrahîm Aslan re xwest rabigihîne, lê nema ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin destserkirin. Piştî skandala Pozantiyê ev zext zêde bûn. Li vê girtîgehê av jî wekî amureke cezakirinê tê bikaranîn. Girtiyên siyasî li odeyên 16 kesan de 26 kes dimînin. Rêveberiya girtîgehê vê yekê weke cezakirinê bikartîne."
Parêzer Rişvanoglu anî ziman ku ji girtîgehan agahiyên cuda yên şîdet û tacîzê jî gihaştine wan.
Li girtîgehê jî êrîşa nijadperestan
Girtiya bi navê Semra Çelîka ku xistine girtîgeha Tîpa E'ya Dîlokê ya edliyan ji ber rêzefîlmên nijadperest temaşe nekiriye rastî êrîşa girtiyên edlî hatiye. Hat hînbûn ku rêveberiya girtîgehê li şûna ku girtiyên edlî ceza bike 3 roj cezayê hûcreyê 3 meh cezayê hevdîtinê 1 meh cezayê nameyan û mehekê jî cezayê telefonê li Çelîk biriye.
Girtiyên jin ên siyasî li girtîgeha Tîpa E'ya Dîlokê rastî êrîşên nijadperest tên. 9 girtiyên jin ên siyasî, di qoxuşên edlî de tên hiştin. Ji van 3 girtiyên jin ên siyasî Hatîce Sezgîn, Bêrîvan Samans û Remziye Erdem ji ber li qoxuşên edliyan rastî êrîş û heqaretên nijadperest dimînin, bi daxwaznameyekê xwestin wan sewqî girtîgeheke din bikin. Endama meclîsa partiya BDP'ê Fîlîz Yildiz jî di nav de girtiyên bi navên Semra Çelîk, Durî Kaygisiz, Habîbe Tişkaya, Oznur Kazma, Hebat Gengeç jî hîn di qoxuşên edlî de dimînin. Xuşka Semra Çelîk Sultan Çelîk diyar kir ku girtiyên siyasî yên jin di qoxuşan de rastî êrîşên nijadperest tên û rêveberiya girtîgehê jî van êrîşan ji nedîtî ve tê.
Di dewsa êrîşkaran de ji girtiyên siyasî re ceza
Sultan Çelîk diyar kir ku ji bo 9 girtiyên siyasî di qoxuşekê de bên bicih kirin wan serî li rêveberiya girtîgehê dane lê rastî bersiveke neyînî hatine. Çelîk got; "Ji ber ku xuşka min nexwestiye rêzefîlmên nijadperest temaşe bike rastî êrîşê hatiye. Jinên edlî ji wan re dibêjin terorîst. Li ser van êrîşan nîqaş derketiye û rêveberiya girtîgehê jî 3 roj cezayê hucreyê 3 meh cezayê hevdîtinê 1 meh cezayê nameyan û mehekê jî cezayê telefonê lê birîne."
'Dixwazin girtiyên siyasî biçewisînin'
Çelîk anî ziman ku ev pêkanîn bi armanca çewisandina jinên kurd ên siyasî tên pêşxistin û wiha axivî: "Li qoxuşên ku girtiyên din ên siyasî lê dimînin jî heman pêkanînan pêk tên. Ji xwe azadiya wan ji destê wan hatiye girtin û xistine nava çar dîwaran. Çima ev qas heqaret û îşkenceyê çima dikin? Em wekî malbatan dibêjin êdî bes e. Bila dewlet dev ji van pêkanînan berde.
Girtiyên siyasî û edlî bi heman rîngê dibin
Nêzîkatiyeke taybet ya li dijî girtiyên siyasî jî li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê derket holê. Hat diyarkirin ku girtiyên siyasî yên jin û girtiyên mêr ên edlî bi hev re bi rîngekê dibin nexweşxaneyê.
Girtiyên jin ên Erziromê, bi rêya malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku rastî gotinên xerab tên û neheqî li wan tên kirin. Girtiyan da zanîn ku mêr hem êrîşî nasnameya wan a jinê dikin û hem jî êrîşî nasnameya wan a siyasî dikin û mafê wan binpê dibe. Jinan, anî ziman ku piştî rûniştina dozê bi dawî dibe jî bi saetan di nezaretxaneyê de li heviya girtiyên edlî tên hiştin.
'Dema li ser me digerin rûmeta me dişkînin'
Girtiyên jin, dan zanîn ku dema diçin edliyê û tên li ser wan lêgerînek nebaş dikin, wan tazî dikin û bi van nêzîkatiyan rûmeta wan dişkînin.
Jinan da zanîn ku dema diçin revîrê û nexweşxaneyê kelepçeyê wan dernaxin û hin girtiyên jin ji ber ku van pêkanînan qebûl nakin nayên dermankirin.
Rayedarên girtîgehê jî der barê îdîayan de ti bersîv nedan.
HAMDULLAH KESEN/RUKEN ŞEHÎR - DÎHA/EDENE /DÎLOK