Osman G. destnîşan kirin ku di serî de keça wî birin qereqola Kuçukçekmeceyê û li vir bi debanceyê serê wê, ruyê wê û diranên wê şikandin û wiha berdewam kir: "Keça min piştî li vir rastî îşkenceyê hat, ji ber ku temenê wê biçûk bû birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Uskudarê. Keça min li vir jî rastî îşkenceyê hat. Dema min keça xwe li vir dît ez matmayi mam. Dev, rû û serê keça min di nava xwînê de bû. Çav û ruyê wê reş û şîn kiribûn. Ji bo wê bikujin li wê xistibûn. Li dijî mirovahiyê îşkence li keça min kirin. Hêj keça min 17 salî ye dibêjin bombeya zindî. Çima bi kuştinê li keça mind didin? "
'Polîs li gorî girteka polîsan biryar da'
Osman G., bertek nîşanî biryara dadgehê jî da û ani ziman ku heyeta dadgehê li gorî rapor û girteka polîsan biryar daye û wiha berdewam kir: "Polîsan got 'Me li keça te nedaye' Lê li gorî axaftina keça min polîsn li wê daye. 7'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê di 10'ê kanûnê de der barê keça min de biryara girtinê dan û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
'Li girtîgehê avê nadin keça min'
Bav. Osman.G., destnîşan kirin ku bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" û "Maddeya teqemeniyê li ser xwe giritye" hatiye girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Keça min ji 10'e kanûnê heta niha di hucreya yek kesî de tê hiştin. Gelek çaran wê ti dihêlin û avê nadin wê. Li gel ku divê sewqî Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê bê kirin jî hêj nehatiye dermankirin û rewa wê nebaş e. Dîsa gefan li keça min dixwin û dibêjin 'Em dê te bişînin Malpete ango Enqereyê.' û wê çavtirsandî dikin."
STENBOL