Mehmet Yavuz jî ku ji Girtîgeha Sergirtî ya Alîaga a Îzmîrê ye nameyek şand û diyar kir ku têkildarî zext û binpêkirinên mafan tevî ku bi rêveberiya girtîgehê re axivîne jî tu encam wernegirtine. Yavuz der barê nexweşiyên xwe de wiha got, "Berî niha bi mehekê ez li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurt a Îzmîrê emeliyat bûm. Tevî ku pêwîste bi awayekî bi rêkûpêk divê ez biçim nexweşxaneyê jî nikarim biçim. Doktor randevu didin, lê roja randevuyê ya maşîne xerabe ye yan jî ji bo me nebin li ber derî taciz û heqaretan dikin. Eger randevu nehatibana betalkirin ez seqet nedimam."
Dozgerî astengiyan derdixe
Murat Gumuş ê li Girtîgeha Dîlokê ya Sergirtî Tîpa H dimîne jî têkildarî rewşa hevalê xwe yê nexweş Ramazan Ozalp nameyek şand. Ozalp ev agahî dan, "Hevalê Ramazan 21 sale di girtîgehê de ye. Di sala 2011'an de ji mejiyê xwe emeliyat dibe. Piştî emeliyatê aliyê wî yê çepê felc dibe. Di sala 2012'an de cara duyemîn emeliyat dibe. Paşê tevayî diranên wî hilweşiyan. Tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' da jî Dozgeriya Bakirkoy a Stenbolê biryara neyê tehliyekirin da." Girtiyê edlî Aydin Elverdî yê li Girtîgeha Trabzon a Sergirtî Tîpa E dimine jî di nameya ku nivîsandiye de diyar kir ku ji bo sewqî Girtîgeha Amedê bê kirin serlêdan kiriye, lê belê nehatiye qebûlkirin. Elverdî anî ziman ku ji ber ew Kurde daxwaza wî nehatiye qebûlkirin û got, heke daxwaza wî neyê qebûlkirin wê dest bi çalakiya rojiya mirinê bike.
DÎHA/ENQERE