Li gorî agahiyên ji kordînasyona şoreşa gelê Sûriyeyê hejmara kuştiyên roja çarşemê bûn 28 kes û di nava kesên kuştî de 3 zarok jî hene.
Di nava van 28 kesên ku hatin kuştin piraniya wan li Hemayê hatin kuştin û 4 kes j îli Idlibê hatin kuştin. li bajarê Humsê jî 6 kes hatin kuştin. Ji aliyekî din ve li bajarê Drerayê j îli gorî hin dîmenên ku ji alî leşkerên Sûriyeyê ve hatine kişandin, derkete holê ku komên çakdar kemîn ji hêzên ewlekariyê re danîne. Di vê kemînê de 4 leşkerên hikûmeta Sûriyeyê hatine kuştin. ev bajar jî wekî Hema û Idlibê li hêviya hatine heyeta çavdêran e ku were rewşa bajarê wan kontrol bike.
Ji aliyekî din ve çavdêrên mafê mirovan ditirsin ku ev heyet bibe wekî çavkaniya derewên dewletê û bê ku rastiyan bibîne ji Sûriyeyê derkeve. Rejîma Sûriyeyê leystikên ecêb dike, berî ku heyet biçin bajaran ew jî artêşa xwe ji bajaran dikşînin. Rejîma Sûriyeyê artêşa xwe ji bajarekî dibe bajarekî û bi dorê mirinê li bajarên Sûriyeyê belav dike. Heyeta çavdêran diçe Humsê ew li Hemayê komkujiyan dike, heyet diçe Hema ew tang û topên xwe ji kolanên wî bajarî derdixe û li Idlibê komkujiyan dike û wiha dewam dike. Lewra jî metirsî hene ku ev heyetên çavdêran bê ku rastiyan bibînin ji Sûriyeyê vegerin û raporekê li gorî dilê rejîma Sûriyeyê ya dûrî rastiyan amade bike.
Her wiha li gorî hin raporên dîplomatîk temenê rejîma Esad gelekî hindik maye. Raporên dîplomatîkî yên Ewropî pêşbînî dikin rêjîma Sûriyê di hundirê 3 mehan de hilweşe, bêyî ku egera derketina tevgereke xilaskirinê ji hundir ve dûr bibînin bi mebesta parastina pêgeha Elewiyan di rêjîmê de ji aliyekî, û rawestandina rijandina xwînê ji alîkî din ve.Li gor rojnameya El-Lîwa, van raporên dîplomatîkî didin xuyakirin ku gelekî zehmete rewş li Sûriyê vegere weke berê, yanî berî 15’ê Adara 2011’an. Tevî hemû hewldanên rêjîmê, yên siyasî û yên kuştin û serkutkirinê, lê di baweriya van dîplomatkarên Ewropî de pirsgirêk di wê yekê de ye ku, “zehmete riyên ku rêjîmê bidin bawerkirin ku ew bidawî hatiye û wê hilweşe, bên dîtin.”       

Ji HRW'ê daxuyanî 

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) ya çavdêriyê, rêjîma Sûriyê tawanbar kir ku hejmareke zêde ya girtiyan veguhastine hinek cihên ku şanda çavdêrên Ereb ku niha li Sûriyê ye, nikarin herin wan.
HRW ragihand, rêjîma Sûriyê bi sedên girtiyan biriyr cihên leşkerî ku qedexe ye çavdêrên Ereb yên ku roja duşemê gihiştin Sûriyê, derbasî wan bibin. Û ji Yekîtiya Dewletên Erebî xwest daxwaz bike “derbasî hemû cihên” girtinê bibe, “li gor peymana wê ligel hikûmeta Sûriyê.”
Protokola Sûriyê û Yekîtiya Dewletên Erebî rê dide çavdêr bi awayekî azad tevbigerin û ligel her alîkî têkiliyê deynin bi hevahengî ligel hikûmeta Sûriyê. Lê wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Mû`alîm piştî îmzekirina protokolê diyar kir ku çavdêr dê herin “navçeyên germ” lê qet nabe “serdana cihên leşkerî yên hesas” bikin.
Ciwanê Kurd Mehmûd Mihemed Salih Ebdê, bi riya dergehê sînorî yê bi navê Mesne` di navbera Sûriyê û Lubnanê de derbasî xaka Sûriyê bû, û pişt re pêwendî ligel wî qut bûn û heya niha windayî ye û kes nizane li ku derê ye.
Ciwanê Kurd Mehmûd Ebdê bavê du zarokan e û ji ber rewşa wan ya aborî ya dijwar, li Lubnanê kar dikir, weke hezarên Kurdên Sûriyê yên ku ji ber hejarî û nebûniyê li Lubnanê kar dikin. 


  ŞAM/BRUKSEL