Di konferansa bi serenava ‘Di demên şer de li gorî esasên jinê pêşvebirina aştiyê’-Akademîsyen û Aktîvîst di Cîhana Ereb de cihên guherînê yê jinan nîqaş dike’ pêk hat û têkoşîna jinên Kurd mora xwe li konferansê da. Ji Tevgera Jinên Kurd jî heyeteke ji 5 kesî pêkdihat,  di roja xwe ya sisiyan de beşdaî konferansê bû. Konferans ji aliyê saziyên bi navê di Şer de Jin (Women în War), Enstîtuya Lêkolînê ya Jinan a Zanîngeha Amerîkan a Lubnanê û Beît el Hanane konferans pêk hat  û ji Rojhilata Navîn û her çar aliyê cîhanê akademîsyon û aktîvîstên ji beşdar bûn.


Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye

Konferans rojek beriya niha destpê kir û axaftina vekirinê femînîst û nivîskara Misrî Newal El Sadawî kir. Pêr piştî nîvro rûniştina bi mijara ‘Di pevçûnên çekdarî de şervanên jin’  pêk hat. Ji Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) ya li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin Meral Çîçek, mijara bi sernava ‘Şoreşa Rojava çima Şoreşa Jinê ye’ nîqaş kir. Di axaftina ku eleqeyek mezin dît. Çîçek da zanîn ku ne YPJ û ne jî şoreşa jinên Rojava hema wisa ji ezmanan de nehatiye xwarê û piştperdeya şoreşê vegot. Çîçek wiha berdewam kir: “Şoreşa Rojava ji paradîgmaya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistiye ne qutkirî ye. Ger em bixwazin têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ’ê fêm bikin, divê em îdeolojiyê li pêş çavan bigirin. Li Rojava û bi taybet jî li Kobanê du îdeolojî, du nêrînên cîhanê, du vîzyonên pêşerojê li hev dikevin. Di navenda yekê de azadiya jinê cih digire û di ya din de jî koletiya jinê hedef tê girtin. Yek xwedî îdeolojiya jinê ye, ya din jî  zîhniyeta serdest a mêr e.”Ji Akademiya Zanistên Neteweyî ya Ermenîstanê Dr. Nona Shahnazaryan  jî li ser lêkolîna xwe axivî. Shahnazaryan, di tevgerên Karabag û PKK’ê de şervanên jin analîz kir. Konferans hê jî didome.   


 ANF/BEYRÛD