Keyayê Gundê Kaşkolê Zubeyt Zengel, diyar kir ku piştî erdhejê li gundî gelek malan zerar dît û ji ber erdhejê heye serê sibê li derve man. Zengel, anî ziman ku li gund gelek mal êdî nayên bikaranîn û wiha got: "Ji ber erdhejê em nikarin bikevin malên xwe. Ez cîhên zarokên xwe li ber darî amade dikim û heya serê sibê nobetê digirim. Heke di vê zivistanê erdhej çêbibe em dê çi bikin. Em cihekî starbûnê dixwazin. Em heya serê sibê bi zarokan re li ber sermayê man. Bila rayedar bên ji me re çareseriyekê peyda bikin."
Mexdurê erdhejê Mevlût Kaner ê ku ji erdheja Wanê reviya çû gund çem xizmên xwe, diyar kir ku li gund jî we rastî erdhejê hatin û wiha got: "Piştî erdheja Wanê em çûn gund. Niha li gund jî erdhej çêbû. Êdî em nizanin em dê çibkin û ku da biçin. Em dixwazin rayedar çareseriyekê peyda bikin."
Bo lêkolînê leşker çûn!
Li navçeya Bêgîrê ya Wanê jî di 27'ê kanunê de erdhej pêkhat û gundên Beydagi û Ovapinarê zirarên madî pêkhatin. Piştî erdhejê şuna kesên pispor biçin gund leşker çûn gund. Seroka Meclîs Giştî ya Wanê Semîra Varli li her 2 gundan lêkolîn kir û diyar kir ku li gundan herî zêde hewcehî bi konteyniran heye.
DÎHA/WAN