ÎSAM ABDULLAH / NEJBÎR OSMAN / ANHA / QAMIŞLO
Li gundê Carûdiyê ya herêma Dêrikê, 27 malbat bi awakî komînal dijîn. Bi pêvajoya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê re ruhê hevkarî û civaka komînal di nav civakê de bi pêş ket.
Yek ji van gundan jî gundê Carûdiyê yê 7 km li rojhilatê bajarê Dêrikê ye. Şêniyên vî gundî ji destpêka şoreşê ve bi awayekî kominî xwe bi rêxistin kirine û jiyana xwe li gorî vê yekê bi rê ve dibin.
Niha jî ji gund 27 malbat firîkê (hişkirina genimê heşîn) ji rûpîvaneke 3 donim berhev dikin. Şênî piştî genim diçinin û dişewitînin li hev dû parve dikin.
Kawa Delî ku yek ji şêniyên gund e, li ser jiyana hevpar a li gund dibêje, şêniyên gund her sal beşeke erd bi sebzeyên havîn û zivistanê diçînin û berhemên wê wekhev di nav xwe de parve dikin, bi vê yekê neçar namînin ku biçin bajêr sebzeyan bikirin.
Li ser projeya çinîna firîkan jî Delî got, “Îsal şêniyên gundê Carûdiyê wê genim ji bo firîk biçînin. Firîk xwarineke gelekî xweş e û nirxê wê li sûkan giran e, ji ber ku çinîna wî jî kedeke mezin dixwaze.”
Şaha Ehmed jî got, bi alavên kevn çinînê dikin, lê îsal biryar dane ku 30 donim erd firîk biçînin. Li gundê me ruhê hevkarî û kominal xurt e.