Mala Çand û Hunerê ya Hadra Hemamiyê ya ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Akdenîzê xebatên xwe dimeşîne, ji bo serdema nû dest bi qeydan kir. Navenda ku li Taxa Kîremîthaneyê ye ji bo ciwan û xwendekarên rewşa wan î aborî nebaş e, bêyî bedêl dê qursên wek peykertiraşî, muzîk, wêne, şano û sînemayê bide. Her wiha navenda çandê ya ku sala çûyî Şaredariya Akdenîzê restorasyona wê kir, ji bo çalakiyên wek pêşangeh-konseran jî mazûvaniyê dike. 

‘Daxwaz zêde ye’ 

Koordînatorê navenda çandê Ferhat Nas, ji bo serdema qeydan a ku dê heta dawiya mijdarê bidome got, bi awayekî zêde serlêdan hene û diyar kir ku, ew nêzî 3 salan e faaliyetên hunerî berpêş dikin û her sal ji bo qursan daxwaz zêde dibe. Nas destnîşan kir ku, xwendekarên ku qeyda xwe çêdikin di demên pêş de di faaliyetên hunerî yên şaredariyê de bi awayekî mayîn de dixebitin û got: “Xwendekar li gel me, bi awayekî mayînde tevlî çalakiyên hunerî dibin. Em bi hev re nîqaşan dikin, da ku em ji bo çalakiyên hunerî yên şaredariyê pêşnûmayên nû biafirînin.”  


DÎHA / MERSÎN