Li bajarê Elmanyayê Hagenê, meşek hat lidarxistin û Şehîdên meha Gulanê jî hatin bibîranîn. Di çalakiyê de êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û hewldanên tesfiyeyê yên li hemberî HDP’ê hatin şermezarkirin.

Meclîsa Jinê ya Fîdan û Dergaha Elewiyan a Hagenê jî destek da meşê. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TJK-E û FEDA hatin hilgirtin û pankartên ji nivîsên li hemberî Erdogan hatin hilgirtin.

Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Kujer Erdogan” hatin gotin. Çalakî piştî axaftina nûnerên FEDA û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi dawî bû.


 HAGEN