NÎZAM BARAN

Vîrusa koronayê li temamê dinyayê bandora xwe didomîne. Li Elmanyayê jî tevî ku hejmara kesên pê dikevin zêde dibe, kesên can didin, hejmara wan li gorî welatên din kêm e. Li ser vê jî guftûgo têne kirin. Înstîtuya Robert Koch RKI 31ʼê Adarê di daxuyaniya çapemeniyê de bi grafîkekê nîşan da ku çawa hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe. Li gorî tabloyê, li tevahiya Elmanyayê 61.913 kes bi vîrusê ketine û ji van 583 kes jî mirine.

Şewb di nava kurdistaniyên li Elmanyayê de jî bi lez belav dibe. Li bajarê Halle Saale yê Elmanyayê 22 kurdistanî di avahiyekê de xistine karantînayê. Ji kesên di avahiyê de testên Aynur Ozcan û Muhammed Aydin pozîtîf derketine. Endamên din jî testên wan hatine kirin û wê di rojên bê de encama testên wan bê eşkerekirin. Piştî ku ev agahî gihişt destê me, me bi alîkariya KON-MEDê, xwe gihand Aynur Ozcan a testa wê pozîtîf derketiye. Li gorî agahiyên Ozcanê dan; 4 malbat di avahiyekê de timî di nava hev de ne. Ji ber vê jî ew ditirse şewb bêhtir belav bibe. Ozcanê xwest kurdistanî neçin serdana dost û xizmên xwe û ji bo bi hezaran girtiyên di zindanên dewleta Tirk de piştgirî xwest.

Dîqet bikin belav nekin

Aynur Ozcan 37 salî ye û dayika 2 zarokan e. 2 sal in ku li Elmanyayê dimîne. Tevî malbat û dostên xwe li bajarê Halle Saale yê Elmanyayê dimîne. Li avahiya lê dimînin 4 malbatên kurdistanî hene. Ev malbat timî di nava hev de ne. Aynûr Ozcan a nexweşiya bêhnçikandinê jî pê re heye, ji bo wê vîrusa korona bi tehlûke ye. Ji lewra Aynur Ozcan dibêje, ew timî di nava malê de li ser xwe digere, gelekî avê vedixwe û hewl dide ew û zarokan ji hev dûr bisekinin. Ew dibêje, wê nexwestiye biçe nexweşxaneyê, ji ber ku şertên li malê ji yê nexweşxaneyê çêtir in.